Dê ji bo girtiyê nexweş Çam dîsa serî li ATK’ê bidin 2024-05-26 09:30:55   SÊRT - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî diyar kir ku dê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin, serî li ATK’ê bidin û da zanîn ku xetere heye ku Ekîncî dîsa krîza dil derbas bike.    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, di 24’ê gulanê de krîza dil derbas kir. Çam, rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê û li beşa çavdêriya awarte tê ragirtin. Li ser gurçika Çam kîst û li ser mejiyê wî jî ur heye. Her wiha zeravdanka Çam hatiye girtin û roj bi roj jî kerr dibe.    Hevserokê Şaxa ÎHD’a Sêrtê parêzer Mehmet Nûrî Ekîncî di şeva Çam rakirin nexweşxaneyê çû nexweşxaneyê. Ekîncî, diyar kir ku demareka li rexê çepê yê dilê Çam xitimî ye. Ne me ne jî malbata wî nekarî bibîne. Bijîşk got ku hem ji ber kaltiyê hem jî ji ber nexweşiyên din dibe ku dîsa krîza dil derbas bike. Dê Çam 2 rojên din li beşa çavdêriya awarte bê ragirtin.”   DÊ DÎSA SERÎ LI ATK’Ê BIDIN   Ekîncî, bi bîr xist ku di demên berê de Nexweşxaneya Lêkolînê ya Êlihê ji bo Çam rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye lewma serlêdana wan a ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) hatibû redkirin. Ekîncî, got ku dê dîsa ji bo Çam serî li ATK’ê bidin. Ekîncî, diyar kir ku dewlet mecbûra girtiyan biparêze û wiha domand: “Bi hezaran girtiyên nexwşe hene. Êdî taqeta wan nema ye. Gelek girtî nikarin bimeşin jî. Li Girtîgeha Beşîriyê lêgerîna nava dev tê ferzkirin. Yên li dijî vê derdikevin jî nikarin tedawî bibin. Rewşekî bêrûmetiyê ye. Lewma naçin nexweşxaneyê û dema neçin jî terkî mirinê tên kirin.”    Ekîncî, axaftina xwe wiha qedand: “Serokkomar, cezayên fermandarên 28’ê Sibatê efû kir. Lê heta niha tu caran ji bo kurdekî ev biryar nedaye. Mixabin ji girtîgehan cenaze derdikevin. Girtî yan dema li ber mirinê tên berdan an jî cenazeyên wan derdikevin. Ev rewşekî polîtîk e. Qanûn tenê ji zagon û xalan pêk nayên. Her wiha wijdan e. Em jî hêvî dikin ku wijdan bikeve pêşiya qanûnan.”