Li Geverê gelek kes hatin binçavkirin 2024-05-26 13:28:15   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê bi ser malan de hate girtin û zarok jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li navçeya Gever a Colemêrgê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de zarok jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Welatî li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê tên ragirtin û sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Hat ragihandin ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê heye û hevdîtina bi parêzeran jî ji bo 24 saetan hatiye qedexekirin.    Dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.