Nûçeyên têkildarî qeymeqamê gef li rojnameger xwaribû hatin astengkirin 2024-05-26 14:09:32 MÊRDÎN - Qeymeqamê Nisêbînê Ercan Kayabaş gefa kuştinê li rojnameger Ahmet Kanbal xwaribû û ji bo nûçeyên têkildarî Kayabaşi biryara astengkirinê hate dayîn.  Qeymeqamê Nisêbîn a Mêrdînê Ercan Kayabaşi li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal gefa kuştinê li nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal xwaribûn. Ji bo nûçeyên têkildarî Kayabaşi biryara astengkirinê hate dayîn. Li ser serlêdana Kayabaşi, ji bo 3 nûçeyên li ser 26 malperên nûçeyan û 75 hesabên medyaya dijîtal hatine parvekirin biryara astengkirinê hate dayîn.    SERLÊDANA KAYABAŞI   Kayabaşi, bi daxwaza astengkirinê serî li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nisêbînê da. Di serlêdanê de got ku ji bo serlêdana sûc a Kanbal bi sedema gefxwarinê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kiribû biryara “neşopandinê” hatiye dayîn û îdia kir ku nûçeyên têkildarî wî “di nava civakê de zirarê didin şexsiyet û rêzdariya wî.”    Her wiha Kayabaşi îdia kir ku bi van nûçeyan dewlet hedef hatiye girtin. Dadgeriyê jî qismekî serlêdana Kayabaşi qebûl kir û ji bo nûçeyên bi sernavên “Qeymeqamê Nisêbînê Ercan Kayabaşi gef li rojnameger Kanbal xwar”, “Rojnameger Kanbal derheqê qeyûm Kayabaşi de serlêdana sûc kir” û “Qeymeqam li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîre anîn mala xwe” biryara astengkirinê da. Di hinceta biryarê de jî dadgeriyê îdia kir ku “şere û rêzgiriya Kayabaşi hatiye binpêkirin.”