Girtiyê edlî Çakar bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2024-05-26 14:39:35   ÎDIR - Girtiyê edlî Ercan Çakar ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, li girtîgehê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê edlî Ercan Çakar ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, li girtîgehê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li Çakar ê 12 sal bûn di girtîgehê de, ji sûcên cuda 32 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn. Çakar, mehek berê ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bandirmayê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hatibû kirin.    Têkildarî mijarê em bi Xalê Çakar, Omer Hanay re axivîn. Hanay, da zanîn ku Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hêj rapora otopsiyê nedaye wan lê ji wan re hatiye gotin ku şopên derbkirinê hene. Hanay, da zanîn ku dê têkildarî mijarê serlêdana sûc bikin.    Cenazeyê Çakar li navçeya Milazgir a Mûşê hate definkirin.    'HATE ÎŞKENCEKIRIN’   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (DEM Partî) ê Îdirê Yilmaz Hun mirina biguman a Çakar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir. Hun, wiha got: “Girtîgeha Tîpa S a Îdirê her tim bi nûçeyên întîharê di rojevê de ye. Îcar jî welatiyê bi navê Ercan Çakar. Çakar ê ku li ser telefonê û di hevdîtinan de ji dayik û bavê xwe re gotibû rastî miameleya xerab û îşkenceyê tê, çendek roj piştre întîhar kir.”