Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Tekoşîna hezar hefteyî' derket 2024-05-27 07:27:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 232’yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Têkoşîna hezar hefteyî” derket û bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê ku 1000 hefte li pey xwe hişt.   Rojnameya Xwebûnê di vê hêjmara xwe de bi minasebeta hefteya windakiriyan, bal kişand ser çalakiyên Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan û manşeta “Têkoşîna hezar hefteyî” derxist pêş. Rojnameyê dîsa mijara cezayê 6 mehan ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birîne jî derxist pêş û cih da nirxandinên Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica. Rojnameyê di rûpala JIN de cih da lêkolîna aktivista TJA’yê Ayşe Gokkan ya ku li zer zimanê zayendperestî ku çawa di ferheng, pirtukên rêziman û biwêjan de derdikeve pêş. Di rûpela kirmanckî de jî bal kişand ser mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî.