Qeyûm ji bo ‘Suhbetên Dilan’ 99 hezar lîre dane Hatîpoglû 2024-05-27 09:06:06   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo “Suhbetên Dilan” 99 hezar lîre dane Nîhat Hatîpoglû.    Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Walî Alî Îhsan Sû û rêveberiya şaredariyê beriya hilbijartinên herêmî ji bo bernameyekê ji budçeya şaredariyê 99 hezar lîre dane Nîhat Hatîpoglû. Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî ya girêdayî şaredariyê di çarçoveya “Sezona Çand û Hunerê ya Alî Emîrî” di 15’ê çileyê de bernameya “Suhbetên Dilan” li dar xist. Nîhat Hatîpoglû bû mevanê bernameyê. Ji bo bernameyê di 26’ê sibatê de ji budçeya şaredariyê 99 hezar lîre dane Hatîpoglû.    HERÎ KÊM 3 MILYAR Û 345 MILYON DEYN   Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xist, texrîbatên ku qeyûman çêkirine bi vê yekê re bisînor nîne. Hevşaredar Serra Bûcak û Dogan Hatûn beriya niha demekê ragihandin ku deynê giştî û deynê DÎSKÎ’yê yê girêdayî şaredariyê bi komî 3 milyar û 345 miyon lîre ye.    Xebatên têkildarî tespîta deynan didomin. Derketibû holê ku qeyûm beriya hilbijartinê di bin navê “lêçûnên temsîl, ezimandin, merasîm, fûar û organîzasyonê” de 769 hezar lîre dane çerez, çîkolata û tiştên vexwarinê.    MA / Bêrîvan Altan