CHP’ê parve kir: Kurum ê AKP’î destûra mezinkirina kapasîteya şîrketa li Licikê daye 2024-05-27 11:04:06   AMED - Derket holê ku di biryara “ÇED erênî ye” ya ji bo mezinkirina kapasîteya şîrketa madenê ya li Licikê ku bûbû goristana 9 karkeran, ji hêla Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê ê demê Mûrat Kurum ve hatiye erêkirin.    Di 13’ê sibata îsal de li Madena Zêr a Çoplerê ya li navçeya Licik a Erzînganê di axa bisiyanûr de hezaz çêbû û 9 karker di bin axê de man. Di karesata madenê de heta niha cenazeyên 4 karkeran hatine dîtin û tevî ku bi ser re 3 meh derbas bûne jî cenazeyên 5 karkeran hêj nehatine dîtin. Têkildarî karesata li Licikê her roj daneyên binpêkirinan ên nû derdikevin holê. Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Denîz Yavuzyilmaz li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku rapora “ÇED erênî ye” ya ku destûrê dide mezinkirina kapasîteya şîrketa madenê, ji hêla Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê demê Mûrat Kurum ve hatiye erêkirin. Yavuzyilmaz, belgeya wê jî parve kir.    Yavuzyilmaz,  di parvekirina xwe de got ku destûra mezinkirina kapasîteyê ya duyemîn ji hêla Kurum ve hatiye dayîn û got: “Ev di heman demê de îmzekirina karesatê ye. Divê parêzbendiya Mûrat Kurum tavilê bê rakirin û daxilî lêpirsînê bê kirin.”