Girtiyê krîza dil derbas kiribû dîsa şandin girtîgehê 2024-05-27 16:54:11   ÊLIH - Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku krîza dil derbas kiribû û dihat tedawîkirin, dîsa birin girtîgehê.    Girtiyê nexweş ê 72 salî Mehmet Emîn Çam ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubîn a Êlihê tê ragirtin, di 24’ê gulanê de krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê. Çam, duh ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin û destûr hate dayîn ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Lê belê destûr nedan ku malbat pê re hevdîtinê bike. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî da zanîn ku li nexweşxaneyê bi Çam re hevdîtin kiriye û jê re gotiye ku 4 demarên wî xitimî ne.    Çam, piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re dîsa şandin Girtîgeha Tîpa T a Qubînê.