Li Periyê xebatên hilbijartinê 2024-05-27 21:02:55   DÊRSIM - DEM Partî li Periyê bênavber xebatên hilbijartinê didomîne.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Periyê ku piştî îtirazên AKP'ê hilbijartina wê hat betalkirin û wê di 2'yê Hezîranê de ji nû ve bê lidarxistin, bênavber xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.    Hevşaredarên Dêrsimê Cevdet Konak, namzetên hevşaredariyê yên Periyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî û rêveberên DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan û şandeya ji pêkhatyena pêkhatî, li navenda Periyê serdana welatiyan kirin.   Jin, ji bo daxilî nava jiyanê bibin û derfetên karî daxwazên xwe ragihandin namzetên hevşaredariyê.