ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-28 09:00:42 * Girtî Mukaddes Kabak diyar kir ku ji bo ew tecrîdê qebûl nakin û şermezar bikin dadgehan, hevdîtinên telefon û malbatan boykot dikin û got: “Bila gel û malbatên me bibin yek û daxwazên çalakiya me li derve bînin ziman û bibin dengê vê pêngavê. Çiqas ji derve deng bê derxistin, em ê ewqas zû bigihijin encamekê.”    * Şaredariya Tetwanê ya DEM Partiyê bi hevgirtina şaredariyên din re hewl dide ku texrîbata ji serdema AKP'ê mayî ji holê rake. Hevşaredar Mumîn Erol got: "Em ê di her şert û mercî de xizmetê bikin û bajêr nû bikin."   * Hat diyarkirin ku qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 3 salên dawî de ji bo saziyên fermî, komele, weqf û cemaetan 2 milyar û 205 milyon û 226 hezar TL xerc kirine.   * Endama Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evînê diyar kir ku ew dixwazin bi projeyên ku dê pêk bînin, xwe bigihînin hemû jinan û got ku ew dixwazin bi her şitila ku wê li "Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyrazê" deynin hemû jinên qetilkirî bibîr bînin.    * Girtî û xizmên wan ev demeke dirêj e daxwaza xwe ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" diqîrin. Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku heta tecrîd neyê rakirin û hevdîtin pêk neyên, ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.   * Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî ya li Sêrtê dê bê restorekirin. Emîn Evîn ku ersaya keşîşxane di nav de kiriye wiha got; “Min nexwest xiyanetê li xeyalên dapîra xwe bikim” û erdê keşîşxaneyê ji bo restorasyonê bexşî Weqfa Keldaniyan kir.    * Danişîna duyemîn a doza parêzer Firat Taşkin ku ji ber xebatên xwe pîşeyî tê darizandin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.10)   * Dem Partî wê li navçeya Hîlwanê ya Rihayê û bajaroka Perî ya Dêrsimê dê xebatên xwe yên hilbijartina xwecihî berdewam bike. (10.00-17.00)    * Siyasetmedar Ayla Akat Ata ya ku ji Doza Kobanê hat darizandin û berdan dê biçe serdana Êlihê û wê welatî li avahiya DBP'a Êlihê serdana wê bikin. (11.00)    * Egîtîm Sen li dijî model û mufredata nû ya perwerdehiyê ya Wezareta Perwerdehiyê li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Meclisê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ   * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê di meha 149'emîn a Komkujiya Roboskî de li ber avahiya xwe daxuyanî bide. (13.30)   * Danişîna sêyemîn a doza kujerê stranbêjê kurd Cîhan Aymaz li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûya Stenbolê bê lidarxistin. (14.00)   * Danişîna biryarê ya doza Kadîr M. ê ku bi sûcdariya "tacîza zayendî" li hemberî sê zarokan pêk aniye dê li Dadgeha Silopiya bê lidarxistin. (14:00-15:00)    * Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê li Enqereyê di roja 115'an de bidome. (15.00-17.30)   * Bi pêşengiya TJA'yê dê di çarçoveya kampanya "Deng bide azadiyê" li avahiya DEM Partiya Sêrtê çalakiya xwendinê bê lidarxistin. (16.00)