Girtiya di çalakiya protestoyê de: Deng bidin me û bibin dengê vê pêngavê 2024-05-28 09:02:07 ENQERE - Girtî Mukaddes Kabak diyar kir ku ji bo ew tecrîdê qebûl nakin û şermezar bikin dadgehan, hevdîtinên telefon û malbatan boykot dikin û got: “Bila gel û malbatên me bibin yek û daxwazên çalakiya me li derve bînin ziman û bibin dengê vê pêngavê. Çiqas ji derve deng bê derxistin, em ê ewqas zû bigihijin encamekê.”    Girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kiribûn.    Girtiyan bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtî niha li girtîgehan çalakiya xwe ya boykotkirina derketina dadgehan, hevdîtina malbatan û telefonan pêk tînin.    Yek ji van girtiyên ku di çalakiyê de jî Mukaddes Kabak a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne ye. Kabak der barê çalakiya ku pêk tînin de nameyek şand ajansa me.    'EM NÊZÎKATIYÊN WIHA QEBÛL NAKIN'    Kabak di nameya xwe de bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 2019’an vir ve bi tu kesî re nikare hevdîtinê bike û biaxive û wiha got: “Helbet di serî de tecrîdeke giran hebû. Lê her roj bêhtir girang kirin û dixwazin têkiliya Serok Apo bi temamî ji cîhanê re qût bikin. Name nayên dayîn, mafê telefonê û hevdîtina bi parêzer, malbat û vekîlan jî ji holê rakirine. Armanca me ew e ku vê tecrîdê bişkînin û nîşan bidin ku tecrîda li ser Rêber Apo ji bo gelê kurd û hemû girtiyên siyasî jî derbasdar e. Ji ber ku Rêber Apo fikrên xwe ji bo hemû gelên bindest par ve dike. Rêberek ku hemû cîhanê qebûl kiriye ne gengaz e ku di bin şert û mercên wisa de tê hiştin. Em jî îro ji bo ji serokê xwe hin zêde fêm bikin û şert û mercên ku bi salane Rêber Apo tê de dijî, li hemberî wan hêzek mezin nîşan dide. Em nikarin xwe cuda bigirin dest. Ji ber ku Rêber Apo pêşengê me ye. Nêzîkatiyên li hember serokê xwe (weke tecrîdê) em nikarin qebûl bikin. Ji ber vê yekê em jî îro bi pêngaveke nû ketin nav çalakiyê. Di şert û mercên Rêber Apo de jiyan kirin wiha ye: Em dernakevin hevdîtina malbatan, vekîlan û telefonan venakin. Ji bo malbatan dibe ku zehmet be, lê weke tê zanîn ku Rêber Apo bi salane wisa tê hiştin. Bi vê çalakiyê em heta dawiyê li gel serokê xwe ne û em tecrîda li ser serokê xwe tu car qebûl nakin. Em dixwazin mafên Serok Apo yên herî rewa werin dayîn.”     'PARADÎGMA JI BO HEMÛ CÎHANÊ YE'    Kabak bal kişand ser armanca tecrîda 25 salan a li ser Ocalan û wiha berdewam kir: “Bi salane li ser gelê kurd tundî û qetlîamek mezin tê meşandin. Lê bi pêşengtiya Rêber Apo gelê kurd careke din hişyar bû û li hember vê pergala ku me tune dihesibîne, olan da. Ev ji hêla dewletan ve nayê qebûlkirin. Ji ber ku naxwazin gelek li hember wan û pergala wan deng derxîne, serî rake. Ji ber vê jî tûndiya xwe hin zêdetir kirin. Çi kir? Pêşengê gelê kurd Brêz Ocalan bi komploya navneteweyî girtin. girtîgeh bi kurdan tije kirin. Ji hêlekê ve dibêjim me pirsgirêka kurd çareser kir, ji hêlekê din ve jî bi tang û topan, çekên kîmyewî êrîş dikin, polîtîkaya asîmîle kirinê pêş dixin. Lê Rêber Apo dîsa jî dest ji tekoşîna xwe berneda. Xwestin gelê kurd bê îrade bihêlin, lê gelê kurd hin zêdetir xwedî li îradeya xwe ankû serokê xwe derketin. Îradeya me serokê me ye. Rêber Apo her ku fikrên xwe digihandin cîhanê yekbûna gelê kurd hin zêdetir derdiket holê. Dema desthilatê ev yek dît, tecrîda li ser Rêber Apo girantir kir. Dixwazin careke din gelê kurd bindest bikin. Gava em binêrin şerê di navbera welatan de an jî Rojhilata Navîn derketiye û didome, Rêber Apo bi salane çareseriya wê ditiye û gelek caran jî aniye ziman. Paradîgmaya Rêber Apo tenê ji bo gelê kurd na, ji bo hemû cîhanê ye. Ger em şoreşê û aştiyê biparêzin, divê em guh bidin Rêber Apo ku ev şerên hin didomin xelas bibin. Ev jî bi serok re hevdîtin û li ser zemîna paradîgmaya Rêber Apo pêkan e.”     'HÊZ Û YEKBÛNA GELÊ KURD LI CÎHANÊ BELAV DIBE'    Kabak der barê çalakiya ku girtî bi rê ve dibin de bang li gelê kurd û dostên wan kir û wiha axivî: “Gelê me bi berxwedana xwe bi nav û deng e. Gava gelê me pêşengtiyê dike, ji biryarên bêhiqûqî û bêexlaqî gav paşve tê avêtin. Hêz û yekbûna gelê kurd li cîhanê belav dibe.    Îro jî tişta ku em ji gelê kurd, gelên cîhanê, rewşenbîran dixwazin xwedî derketina Girava Îmraliyê ye. Gelek caran welatên cuda û akademîsyen, rewşenbîr  derheqê Rêber Apo de peyaman parve dikin û çalakiyan derdixînin. Ev jî bandorekê ava dike û nîşan dide ku Rêber Apo di nava gelên cuda de weke pêşeng tê pejirandin. Em dixwazin di vÊ pêngavê de jî hemû gel bibin yek. Em bi serokeke wisa re encax dikarin hebûna xwe di vê pergalê de bidomînin. Ji ber vÊ jî weke gel şansê me mezin e. Hin gel ji ber ku pêşengê wan tuneye îro nayên hesibandin. Lê serokê me heye û bi fikr û ramanên xwe feylezofek mezin e û li cîhanê jî di nava gelên cuda de weke zana esas tê girtin. Em jî bi xwedî derketinê û şkandina tecrîdê qîmeta rêberê xwe nîşan bibin û nehêlin vî şansê me ji me bigirin.   Bila gel û malbatên me bibin yek û daxwazên çalakiya me li derve bînin ser ziman û bibin dengê vê pêngavê. Ji ber ku çiqas ji der ve deng bê derxistin, em ê ewqas zû bigihijin encamekê û hêz bigirin. Dem dema gelê kurd e. Hemû gelan û berxwedana wan ji vir silav dikim û em ê bi hev re bigihîjin çareserî û encamê.”