Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan 2024-05-28 10:50:47   MÊRDÎN - Salîh Kuday diyar kir ku birayê wî Abdulkadîr Kuday li girtîgehê nexweş ketiye û niha kîloyên wî daketine 41 kîloyan û bi hinceta “ji bo civakê talûke ye” nayê berdan.    Abdulkadîr Kuday ê bi cezayê muebeda girankirî hatiye cezakirin niha li Girtîgeha Metrîsa Stenbolê bi mirinê re rû bi rû maye. Tevî daxwaza malbat, parêzer û siyasetmedaran û parêzvanên mafên mirovan jî nayê berdan. Herî dawî parêzerên wî di 24’ê gulanê de ragihandin ku ji ber nexweşînan gelek zeîf dibe û daketiye 41 kîloyan. Kuday piştevaniya hevalên xwe yên li qawîşê xwe li ser pêya digire û hewcedariyên xwe dabîn dike.    Malbata Kuday carek din ji bo piştevaniya hiqûqî û bi daxwaza rewşa Kuday di raya giştî de bê zanîn serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Salîh Kuday der barê rewşa kekê xwe de ji ajansa me re axivî.    GIRÊDAYÎ CÎHAZÊ DIJΠ   Kuday anî ziman ku beriya birayê wî bê girtin tu nexweşî pê re nebûn û got: “Herî dawî me du meh berê wî li ser sandelyeya bi teker dît. Girêdayî cîhazê bû. Rewşa wî roj bi roj xera dibe. Sînga wî ditengije û nikare hilmê hilde. Gelek nexweşîn lê peyda dibin. Ji mîde û dilê xwe nexweş e. Lê îro pirgirêka herî mezin nexweşiya ALS’ê ye ku lê peyda bûye. Ev nexweşîn kesekî dibe heta mirinê. Pirr zeîf bûye, xwarinê naxwe û bi mamayê tê xwedîkirin.”    Salîh Kuday   SÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ DI HEMAN QAWÎŞÊ DE NE    Kuday diyar kir ku Ergîn Aktaş û Serdar Yildirim jî du girtiyên mîna birayê wî nexweş in lê bi hev re di heman qawîşê de tên ragirtin û wiha got: “Her du girtî jî nexweş in, gelo wê çiqas bikaribin Abdulkadîr xwedî bikin. Ev bi serê xwe problemek mezin e. Vê hefteyê parêzer xwest biçe hevdîtina wî lê wî nedît. Çimkî êdî girêdayî cîhazê dijî û nikare li ser sandelyeyê bi teker jî rûnê. Bedena wî hemû felc bûye. Nikare xwe li ser pêya bigire. Nikare zêde biaxive. Nikare der barê rewşa xwe de tiştekî bîne ziman, tevî vî halê wî ve jî ew moral dide me.”    ‘JI BER BIRYARA SIYASÎ NAYÊ BERDAN’    Kuday da zanîn ku birayê wî şeş meh berê krîza dil derbas kiriye û demek dirêj sewqa wî ya ji bo nexweşxaneyê nehatiye kirin û ev yek bi zanebûn hatiye kirin û rayedarên girtîgehê xwestine bi vî awayî birayê wî terkî mirinê bikin. Kuday anî ziman ku heke roja ewil teşhîsa rast ji bo birayê wî bihata kirin wê ew neketa vî halî û got: “Heke birayê min bimire jî em dixwazin di nav zarok û malbatê de koç bike. Divê kes nebêje, ‘ji min re çi ye’. Ev yek hemû ji ber tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan pêk tên. Çimkî tecrîd tenê ne li ser birêz Ocalan pêk nayê. Tecrîd li ser hemû azadîxwazan pêk tê. Lewma heke tecrîd bê rakirin, wê girtiyên nexweş bên berdan. Heke îro ku birayê min nayê berdan em dizanin ku ji ber biryar û sedemên siyasî nayê berdan. Her kes dizane ku birayê min ji ber welatperweriya xwe girtî ye.”    ‘GELO MIROVEK NÎV MIRÎ ÇAWA DIBE TALÛKE?’   Kuday pirsa, “Gelo heke mirovek bêhn û hilmê hilnede, wê çawa ji bo dewletê bibe talûke” ji rayedaran kir û wiha axivî: “Nikare rabe ser lingan. Heke ku cîhaz nebe nikare gav biavêje. Gelo bi vî awayî çawa dikare ji dewletê re talûkeyê derxe? Mirovek girêdayî cîhazê be, tu ferqa wî/wê ji mirinê nîne. Lê em bi viya jî dizanin; ji miriyên me jî û ji gorên me jî ditirsin. Bila eşkere ji me re bêjin; ‘ev biryar siyasî ye. Ev kes kurd e. Hezkiriyê ax, ziman û mirovên xwe ye. Ji ber vê yekê me wî bernadin’. Dema viya bibêjin wê çaxê em ê jî tu daxwazê nekin. Hemin mafê berdana generalên 28’ê Sibatê heye, wê çaxê mafê me jî heye. Daxwaza me tenê ev e. Ji vê zêdetir em tiştekî naxwazin.”    MA / Ahmet Kanbal