Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn 2024-05-28 15:22:22   ŞIRNEX - Li bajarokê Gîte yê Silopiyayê li devera nêzî qereqola leşkerî şewat derket û 200 donimên zeviyên genim şewitîn.    Li devera nêzî Qereqola Erenê ya li bajarokê Gîteyê ya Silopiya ya Şirnexê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Agir, di demekî kin de belav bû. Welatiyan bi derfetên xwe hewl dan agirî vemirînin û di wê navberê de komên agirkujiyê yên şaredariyên Gîte û Silopiyayê jî bi hawara welatiyan hatin.   Di encama xebata koman de agir hate vemirandin. Di şewatê de 200 donimên zeviyên genim şewitîn.