‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’ 2024-05-28 16:09:31   ENQERE - Endamê Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê Tanjû Gunduzalp ê di meha 149’emîn a Komkujiya Roboskê de axivî, diyar kir ku komkujiyên li Roboskê û Refahê hatin kirin parçeyên heman siyaseta şer in.   Li gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê di 28’ê kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 kes bi balafirên şer hatin qetilkirin. Di ser komkujiyê re 149 meh derbas bûn. Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê ku her 28’ê mehê ji bo hesaba komkujiyê bipirsin û kesên berpirsyartiya wan heye bên darizandin tên bahev li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî çalakiya ku pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” hate vekirin bûn.    ‘EDALET WIJDANA CIVAKÊ YE’      Endamê hewldanê Tanjî Gunduzalp, bi lêv kir ku 149 meh, 648 hefte û 4 hezar û 535 roj di ser komkujiyê re derbas bûn û wiha got: “Edaleta ji bo Roboskê tê wateya dijderketina sînoran, şeran, birçîbûnê û jiyana di nava aştiyê de. Roboskê sembola şere jî û aştiyê ye jî. Edalet wijdana civakê ye. Kesên edaletê pêk neînin û necezakirin avakirin dê di rûpelên qirêj ên dîroka mirovahiyê de qet neyên jibîrkirin. Hewl didin veşêrin lê ev rewş kesên dest bi xwîn nikare veşêre. Kesên beriya 12 sal û nîvan li Roboskê komkujî pêk anîn û kesên duh zarok û penaberên li ser sînorê Refah Xezayê di wargeha konan de qetilkirin kujerên heman siyaseta şer in.”