Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan 2024-05-28 16:22:24   STENBOL - 4 ciwanên li Kadikoyê polîsan bi lêdanê binçavkiribûn û piştre hatibûn girtin, li ser îtîraza parêzeran hatin berdan.    Di 18’ê gulanê de li navçeya Kadikoy a Stenbolê ciwanan çalakî li dar xistin. Polîsan êrişî ciwanan kir û 4 jê bi lêdanê binçavkirin. Her 4 ciwanên piştre hatin girtin, piştî îtîraza parêzeran hatin berdan. Parêzeran li dijî biryara girtinê ya 7’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Anadoluyê ya Stenbolê ji bo endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endama Koordînasyona Jinên Ciwan Senem Erîş, endamê Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (Dev-Guç) Gurdag Efe Tunç, endamê Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG) Volkan Atmaca û Tahsîn Aladag dabû, îtîraz kirin.    Biryara girtinê bi îdiaya “muqawemeta li dijî polîsan” hatibû dayîn û parêzeran jî îtîraz kirin. Parêzeran bi dîmen delîl nîşan dan ku li dijî polîsan muqawemet nehatiye kirin û kameraya polîsan jî di qeydê de bû. Dadgeha Cezayên Giştî ya Anadolu ya Stenbolê jî îtîraz qebûl kir û biryara tehliyekirina ciwanan da.    Ji ciwanan Senem Erîş li girtîgehê du caran rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatibû û xistibûn qawîşa girtiyên edlî.