Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye 2024-05-28 19:52:08   ENQERE - Emîne Şenyaşar nobeta xwe ya edeletê ya li ber wzareta dadê di roja 115’emîn de berdewam kir. Nûnerên  Alinterî, EMEP, Partiya Saadetê çûn serdana Emîne Şenyaşar û peyama piştgiriya ji bo Emîneyê hat dayîn.   Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 115’emîn de didome. Nûnerên  Alinterî, EMEP, Partiya Saadetê çûn serdana Emîne Şenyaşar û peyama piştgiriya ji bo Emîneyê hat dayîn.   Nûnera Alinterî ya Enqereyê Zarîfe Çamalan axivî û da zanîn ku ew piştgiriya têkoşîna edeletê ya Emîne Şenyaşar dikin.    Li aliyê din jî çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 36’emîn de berdewam kir.