Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt 2024-05-29 10:11:24   ÎZMÎR - Kesê bi navê Kamîl Yilmaz li navçeya Torbaliyê dayik û bavê xwe kuşt.    Kesê bi navê Kamîl Yilmaz (25) li navçeya Torbali ya Îzmîrê dayika xwe Sevîlay (48) û bavê xwe Hîkmet Yilmaz (50) bi çekê kuşt. Yilmaz piştre jî întîhar kir. Gelek polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Hat tespîtkirin ku Sevîlay û Hîkmet Yilmaz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Kamîl Yilmaz ê bi giranî birîndar bûbû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê.    Cenazeyên Sevîlay û Hîkmet Yilmaz ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.