Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye 2024-05-29 10:44:53   STENBOL - Endama Kolektîfa Femînîst a Aralikê Ferîde Eralp bal kişand ser lêgerîna tazî ya li girtîgehan tê ferzkirin û wiha got: “Dewlet dixwaze bêje ku ‘Ez dikarim dema tazîkirin û cilan li xwe kirina te diyar bikim’. Lê belê jin vê yekê qebûl nakin.”    Di qereqol û girtîgehan de tundî, tacîz û lêgerîna tazî didomin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal piştî hate girtin, li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. Herwiha endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endama Koordînasyona Jinên Ciwan Senem Erîş piştî hate girtin di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de 2 caran rastî ferzkirina lêgerîna tazî hat. Dîsa Erîş ji hêla 15 gardiyanan ve bi erdê re hate kaşkirin.   Endama Kolektîfa Femînîst a Aralikê Ferîde Eralp têkildarî pêvajoya binçavkirin û girtina jinan axivî. Eralp dema berxwedana Geziyê bi bîr xist ku di pêvajoya Geziyê de lêgerîna tazî pir dihat sepandin. Eralp anî ziman ku femînîst ji bo balê bikêşin ser lêgerîna tazî, kampanya dane destpêkirin û destnîşan kir ku femînîst li dijî îşkenceya zayendî ya demên binçavan û girtîgehan têkoşiyan.    ‘HEWLDANA BIÇÛKXISTINÊ’ YA DEWLETÊ   Eralp da zanîn ku du armanca lêgerînên tazî ya li qereqol û girtîgehê hete û wiha axivî: “Sepan dirû ye. Ya yekem nasnameya me tenê bi ser laşê me digire dest û dixwaze bi vî awayî me biçûk bixe. Hewl dide bi vî awayî em bi tazîbûnê şerm bikin û me biçûk bixe, bi ser nasnameya me dixwaze me biçewisîn û bêje ‘ez dikarin we tazî bikim’. Ya duyemîn heman feraset dibêje ku ‘Tu çawa bi etekê kin ve li kolanan digerî. Heke te elek li xwe kiribe tu tacîz û tundiyê jî heq dikî’. Anku dewlet dixwaze bêje ‘ez biryara dema tazîbûn û cilan li xwe kirina te diyar dikim’. Lê belê jin vê yekê qebûl nakin, bi salan e li dijî dewleta zilam li ber xwe didin.”    ‘LÊGERÎNA TAZÎ ÎŞKENCEYA ZAYENDÎ YE’   Eralp bilêv kir ku jin lêgerîna tazî kirin rojev û diyar kir ku vê carê jî bi navê  “lêgerîna zirav”, “lêgerîna berfireh” ev sepan tê rewakirin û wiha pê de çû: “Xwestin binavkirinên cuda vê mijarê bigirin. Ev yek lêgerîna tazî ye, lêgerîna taz îşkenceya zayendî ye. a girîng pênasekirina vê yekê ye.   Eralp anî ziman ku heman sepan li Navendên Paşve Şandinê li jinên penaber tê ferzkirin, xwe gihandina van jinan zehmettir e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî jî bi astengkirina mafê hevdîtinê, piştî pêvajoyên giran ên sansûrê, dema jin derdikevin, em hîn dibin ku bê ka çi hatiye serê wan. Ev yek di girtîgehê de zehmet e lê belê di navendên paşve şandinê de hema bêje nepêkan e. Ji ber vê yekê divê rê û rêbazên têkoşînê werin dîtin. Divê em nehêlin tiştên li hundir hatine jiyîn veşartî bimînin.”    ‘DIXWAZIN ÎŞKENCEYA ZAYENDÎ BIKIN SÎSTEMATÎK’   Eralp Gerîbe Gezar a piştî îşkenceya li girtîgehê dîtiye û jiyana xwe ji dest daye bi bîr xist û wiha pê de  çû: “Di cînayeta Garîbe Gezerê de tişta herî girîng ew bû ku ev yek li pey deriyên girtî pêk hat û sûcê îşkenceya zayendî hate veşartin. Hewl didin ku sûcê îşkenceya zayendî bikin sepanekî asayî. Heman rewş ji bo jinên di çarçoveya xweparastinê de ketine girtîgehê û jinên trans jî derbasdar e. Ev sepan her roj tê meşandin û bi ser vê yekê nayê axaftin. Divê em wek jin bala xwe bidin ser jinên penaber, jinên ji ber xwe parastine ketine girtîgehê. Divê em dengê wan bêhtir bidin bihîstin, em bêhtir hewl bidin ku dengê wan bidin bihîstin, ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin.”