Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin 2024-05-29 14:18:06 STENBOL - Doza ku kesên tev li kampanyaya Gerînendetiya Weşanê ya Rojnajeya Ozgur Gundemê bûbûn jê dihatin darizandin, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de hate taloqkirin.    Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Li Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, rojnameger û nivîskar Ahmet Nesîn û rojnameger Erol Onderoglû ku tev li kampanyaya Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn, doz hatibû vekirin. Danişîna 10’an a doza bi îdiayên “Ji bo sûc were kirin sor kiriye”, “Pesindayîna sûc û sûcdar” û “Propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin.    Onderoglû û parêzerê wî Abbas Yalçin di danişînê de amade bûn û yên din tev li nebûn. Daxwaznameya hincetê ya kesên tev li nebûn hatin pêşkeşkirin.    Dozger û parêzer Abbas Yalçin xwestin kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.    Şandeya dadgehê jî daxwaz qebûl kir û ji bo temamkirina kêmaniyên di dosyayê de doz taloqî 10’ê cotmehê kir.