ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN 2024-05-30 09:00:27   * Melîha Çetîn, xwişka Veysî Aktaşê li Îmraliyê dimîne û berdana wî tê astnegkirin wiha got: "Êdî bes e, vê tecrîdê rakin."    * DEM Partî li Hîlwanê ji bo hilbijartina xwecihî ya dê roja yekşemê bê dûbarekirin, zend û bendên xwe bada ye. Wê roja hilbijartinê 843 kes ji bo DEM Partiyê li dibistanan û qadê bixebitin.    * Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salîh Coşkun destnîşan kir ku çavkaniya pirsgirêkên welat tecrîda girankirî ya 39 meh in li Îmraliyê tê domandin e û wiha got: “Divê lazimiyên biryarên DMME’yê werin pêkanîn.”    * Li Gabarê ji ber kanên madenan, birîna daran û bîrên petrolê qada jiyanê tê tunekirin. Berdevkê Platforma Ekolojiyê Adnan Şenbayram anî ziman ku li cihên li petrolê digerin yek dar tenê jî nema ye û banga têkoşîna hevpar kir.    * Li Rihayê ji ber parvekirineke der barê Roboskiyê de li midûrê dibistanekê doz hat vekirin.    * Hat hînkirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beriya hilbijartinê bi çend rojan 11 mal û milkên şaredariyê dewrî saziyên fermî kiriye.    * YÎBO'yê ku wekî navendên asîmlasyonê hatin avakirin, bûn mijara xebata bi navê "Amûra Tundî û Asîmlasyonê YÎBO". Ji rêveberiên projeyê Ozgur Unal got: "Li YÛBO'yan nifşeke ku zarokatiya wan ji wan hatiye dizîn heye."    * Li Îzmîrê welatî û dikandarên ku li dijî krîza aboriyê li ber xwe didin wiha gotin: “Em guhertinê dixwazin, divê paqijiyeke bingehîn were kirin. Divê demildest ‘yek zilam’ biçe.”   * Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Bîngol û Ozturk Turkdogan ji bo biçin Îmraliyê dê daxwaza hevdîtinê ji Wezareta Dadê bikin. (10.00)   * Amûrsaz Yûsûf Akin di operasyona leşkerî ya 20’ê kanûna 2011’an a li Nisêbîn a Mêrdînê de hatibû kuştin û kesek jî hatibû birîndarkirin. Danişîna 6’emîn a dozê dê bê lidarxistin. (10.00)   * TJA dê di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de li gelek bajaran çalakiya xwendina pirtûkan li dar bixe. (11.00-15.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.30)   * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re dê li navçeya Curnê Reş a Rihayê hevdîtina bi gel re bê lidarxistin. (18.30)