Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin 2024-05-30 09:22:03   MÊRSÎN - Li Girtîgeha Kampusê ya Tarsusê 5 girtî ne bi daxwaza xwe sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Girtiyên bi navên Hakîm Aydemîr, Mehmet Akkoyun, Naîm Çîftçî, Ridvan Ozer û Dogan Kahraman ên li Girtîgehên Hejmar T1 û T2 ên di nava Girtîgeha Kampusa Tarsusê de dihatin ragirtin, di nava 10 rojên dawî de li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Hat zanîn ku girtî bêyî daxwaza xwe hatine sewqkirin û malbatên wan nehatine agahdarkirin.    Hat zanîn ku Aydemîr şandina Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê, Akkoyun, Ozer û Kahraman sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê û Çîftçî jî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hatiye kirin.