Ji Meteorolojiyê hişyarî 2024-05-30 09:32:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 9 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde ya baranan kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 30’ê gulanê eşkere kir. Li gorî raporê; tê payîn ku li bajarên Afyonkarahîsar, Denîzlî, Edene, Antalya, Burdur, Hatay, Enqere, Eskîşehîr, Konya, Bolu, Kastamonu, Ordu, Samsun, Tokat, Erzirom, Qers û Wanê bareneke zêde bibare û brûsk lê bikevin.    Seranserî welêt dê biewr be û li herêmên Egeya Navîn, Behra Spî, Anatoliyaya Navîn (Ji bilî Sêwas û Karamanê), herêmên navîn ên Rojava û Rojhilatê Behra Reş, Behra Reş a Navîn, Bîlecîk, Sînop û Erzînganê dê baraneke zêde bibare û brûsk hebin. Tê texmînkirin ku li rojavayê Ispartayê, rojhilatê Burdurê û herêmên navîn ên rojavayê Antalyayê, Enqere, Çankiri, Kirikkale, rojhilatê Boluyê, Karabuk, Kastamonu, Çorum, Amasya û Tokatê baraneke zêde bibare.    JI BO 9 BAJARAN HIŞYARIYA BI KODA ZER   Midûriyetê ji bo bajarên Amasya, Enqere, Bolu, Çankiri, Çorum, Kastamonu, Tokat, Kirikkale û Karabukê bi koda zer hişyarî kir.