Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe 2024-05-30 10:02:00   ÎZMÎR - Li Îzmîrê welatî û dikandarên ku li dijî krîza aboriyê li ber xwe didin wiha gotin: “Em guhertinê dixwazin, divê paqijiyeke bingehîn were kirin. Divê demildest ‘yek zilam’ biçe.”   Ji ber krîza aboriyê ya di encama polîtîkayên desthilata AKP’ê her ku diçe kûr dibin hêza kirînê ya gel roj bi roj kêm dibe. Gelê ku ji krîza aboriyê bandor dibe ji veguhestinê heta xurekan, ji cil û bergan heta perwerdehî û tenduristiyê li her qada jiyanê têdikoşin. Li gorî daneyên Konfederasyona Sendîkayên Kardarên Cemaweriyê ya Yekbûyî (Bîrleşîk Kamû-Îş) ên meha Gulanê sînorê birçîbûnê bû 19 hezar û 926 lîre, sînorê xizaniyê jî bû 59 hezar û 353 lîre. Li welatê ku bihabûn lê zêde dibe, mûçeya kêmtirîn 17 hezar û 2 lîre ye.    Me krîza aborî ku ji 7 salî heta 70 salî hemû kes giliya wê dike û rojeva yekemîn a gel e li Îzmîrê ji welatiyan pirsî.    ‘KES NE KEYFXWEŞ E’     Umran Saglam (46) ê ku di sektora otomotîvê de dixebite diyar kir ku sûk û bazar qelebalix in lê danûstendin çênabe û wiha got: “Rewş xedar e. Hêza kirînê nîne em tenê li fiyetan dinêrin. Her tişt pir biha ye. Ev yek bi zanebûn tê kirin. Dikandar berhema ji zeviyê tê du-sê qatan zêde difiroşe. Mirov niha gelek reşbîn in, tu kes ne keyfxweş e. Her kes di ferqa her tiştî de ye lê kes tiştekî nake.”   ‘GUHERTINEKE BINGEHÎN ŞERT E’     Kuafor Hakan Avala (35) jî anî ziman ku wan bi xwe jî bi krîzê re bat kiriye. Avala, bi lêv kir ku her roj ji berheman re zem tê û got: “Zêç û zarok birçîne, em ê di demekî nêz de bi otostopê biçin malê. Min nîv kîla kîvark 120 lîre, nîv kilo mirîşk jî 200 lîreyan kirî. An ku em xelas bûne. Em bi mûçeya kêmtirîn dixebitin. Em zem dixwazin lê nîne. Di cil û bergan de jî rewş heman e, me berê tîşortek bi 100 lîreyan dikirî niha bûye 450 lîre. Jin ji bo porê xwe boyax bikin nikarin werin kuafor. Birîna poran bûye 500 lîre. Mirov perîşan bûne. Em guhertinê dixwazin, pêdivî bi guhertineke bingehîn heye.”   ‘ÇARESERÎ ÇÛYÎNA DESTHILATÊ YE’    Bazarker Zekeriya Tûtar (59) da zanîn ku ji berê ve piyasa di rewşeke baş de nîne. Tûtar, anî ziman ku lawekî wî yê zanîngeh qedandiye û bêkar heye û got: “Em di şertên zor de debara xwe dikin. Em li welatekî ku her çar demsal lê hene dijîn lê her tiştî jî ji derve dikirin. Ji ber pereyê gel didizin welat di vî halî de ye, çareserî çûyîna vê desthilatê ye.”   ‘BI MÛÇEYÊN TEQAWÎTAN NIKARIN DEBARA XWE BIKE’    Bayram Îşler ê teqawîd  (68) anî ziman ku ne pêkane ku bi mûçeya kêmtirîn debara xwe bikin û ev tişt got: “Heta ku ev desthilat ji ser serê me neçe, aborî baş nabe. Em êdî kayê jî ji derve dikirin. Her tişt li vir çêdibe, şûna ku em berheman bifiroşin derve, em ji derve dikirin. Ji bo ku Tirkiyeyê xerab bikin hatin desthilatê û bi ser dikevin. 10 hezar lîre dahata min heye, kirêya xanî jî 10 hezar lîre ye. An ku ez muhtacê nan û xwarinê me. Mafê vî mileti dixwin, ji bo ku ew li qesrê rehet bikin gel di vê rewşê de ye. Derdê min gelek in lê ez kîjanê bêjim nizanim.”   ‘BI KREDIYAN DEBARA XWE DIKIN’    Ata Yilmaz (39) ê di sektora cil û bergan de dixebite jî destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên xelet yên hikumetê di 10 salên dawî de di nava zor û zehmetiyan de ne. Yilmaz, bi lêv kir ku mirov bi krediyan debara xwe ya jiyanê dikin û got: “Di sektora xurekê de biha gelek zêde bûne. Gelek fîrma di fikra ‘her çawa be mecbûr in’ de ne. Ji ber wê yekê her kes li gorî serê xwe firotinê dike. Berhemê hûn îro bikirin roja din bi heman bihayî nikarin bibînin. Çareserî êdî gelekî zehmet e. Em xwediyê her cure çavkaniyê ne lê em îro nîska sor jî ji derve distînin. Ji bo Cejna Qûrbanê qûrbanî jî ji derve tên. An ku êdî her tişt îthal e. Em bi tu awayî nikarin ji derfetên vî welatî sûdê bigirin.”   ‘EZ NIKARIM XERC BIKIM’    Dîlek Servetoglû (46) ya şêwirmendiya firotinê dike, destnîşan kir ku hêza kirînê sifir e û got: “Dema em berhemekê dikirin jî difiroşin jî zehmetiyê dikişinin. Hewcehî bi guherîneke bingehîn heye. Divê enflasyon bikeve û divê ceza hebin. Kesên ku piştî kirêya xanî didin pirsgirêk dijîn hene. Dê çawa bên dan û stendinê bikin? Nikarin bi rihetî xerc bikin. Divê ji bo kirêyan çareseriyek were peydakirin.”   Berfîn Elba (24) ya zanîngehê mezûn bûye lê li dikanan şêwirmendiya firotinê dike jî bal kişand ku ciwan ji aliyê aboriyê ve di rewşeke gelekî baş de ne û got: “Ez nikarim bi mûçeya kêmtirîn debara xwe bikim. Ji bo ku pereyê min xelas nebe xwarin naxwim, min 10 kîlo dan. Şûna xwarin xwarinê her roj qehwe vedixwim.”   ‘BELAVKIRINA DAHATÊ BÊEDALET E’    Nazan Selvî (43) ya tevî du zanîngeh qedandine jî bêkar e, anî ziman ku ji bo bibin kasiyer jî ‘torpîl’ tê xwestin û got: “Her tişt gelekî biha ye. Bacan nava havînê 40 lîre ye. Biha her tim tên nûkirin. Di belavkirina dahatê de bêedaletiyeke mezin heye. Herkes bêzar bûye lê bêdeng in.”   ‘DIVÊ YEK ZILAM BIÇE’    Yek ji welatiyên ku hewl dide bi mûçeyê teqawîtiyê debara xwe bike Tûrgay Akgunduz (68) jî ragihand ku neçar maye ku di karên cuda de bişûxile. Akgunduz ê ji rewşa aboriyê gazin kirin wiha got: “Berê dema me dan û stendin dikir, me kalîteya berheman dipirsiya, niha bihayê wê dipirsin. Di navberê de gelek ferq heye. Dema em derdikevin bazarê nêzî hezar lîreyî xerc dikin. Hikumetê bersiva vê rewşê di hilbijartinan de girt lê rewş hêj heman e. Dema em qiyme an jî berhemeke din bigirin bi grama herî kêm digirin. Lê kesên ku nikarin wê jî bistînin hene. Divê demildest yek zilam biçe.”   Handan Guzîn Kaçar (69) anî ziman ku bi mûçeyê xwe yê teqawîtiyê hewl dide du neviyên xwe bide xwendin û anî ziman ku êdî ne pêkan e ku dan û stendinê bike. Kaçar di berdewamê de ev tişt gotin: “Min îro tenê 450 lîre dan zeytûn û penîr. Divê em ji yên serî bipirsin. Tiştekî ku bibinim nabînim. Bihayên berê salê carekê zêde dibin, niha di hefteyê carekê de zêde dibin. Rewşa kirêyên xaniyan diyar e, her tişt gelek bihaye. Ez cilên keça xwe li xwe dikim, bi tu awayî nikarim ji derve cilan bistînim. Em serî hildin bêdeng dikin. Hêviya me ciwan in, bila ew tiştekî bikin.”