Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin 2024-05-30 10:03:24 STENBOL - Rojnameger Îrfan Aktan diyar kir ku îktîdar hewl dide bi pêşnûmeya “Sîxûrtiya bandorkirinê” re rojnameger û muxalefetê bêdeng bike û wiha got: “Heta niha di pratîkê de dikirin lê niha dixwazin bi destê hiqûqê bikin.”  Nîqaşên têkildarî sererastkirina “Sîxûrtiya bandorkirinê” ya ku di pêşnûmeya Paketa Darazê ya 9’emîn de cih digire û tê payîn pêşkeşî Meclisê were kirin, didomin. Heke ev sererastkirin bibe qanûn, êdî dê rojnamegerên nûçeyên rexneyî çêdikin û rêxistinên polîtîkayên hikûmetê lêkolîn dikin weke “sîxûrê bandorkirinê” bên ragihandin û bên darizandin.    Rojnameger Îrfan Aktan têkildarî sererastkirina “Sîxûrtiya bandorkirinê” ji ajansa me re axivî.    Rojnameger Îrfan Aktan   ARMANC BÊDENGKIRIN E   Aktan, anî ziman ku dê bi sererastkirinê re tevahiya mafên rojnamegeran ji dest bên girtin û ev tişt anî ziman: “Armanca îktîdarê ya ji vê sererastkirinê û qanûna sansûrê ew e ku rojnameger û civakê bêdeng bike. Îktîdar hewl dide pîşeya rojnamegeriyê weke sûc nîşan bide. Dê ev sererastkirina dawî, dawî li pîşeya rojnamegeriyê bîne. Rojnamegerî sûc nîne û li tu devera cîhanê nabe ku were krîmînalîzekirin. Lê îktîdar bi eşkereyî hewl dide weke sûc nîşan bide. Ji ber ku heke nûçe, lêkolîn, hevpeyvîn û hwd. ên em çêdikin bandorê li raya giştî bike û îktîdarê aciz bike, dibe ku tu di kêliyê de bi îdiaya ‘sîxûrtiya bandorkirinê’ xwe li pêşberî dadger bibînî.”     'DÊ BANDOREKE NAVNETEWEYÎ BIKE’   Aktan, got ku dê ev sererastkirin bandoreke neyînî li xebatên navneteweyî jî bike. Aktan, diyar kir ku dezgehên çapemeniyê yên bi fonên Yekitiya Ewropayê (YE) an jî weqfan xwe li ser pêyan digirin jî dikare di çarçoveya vê qanûnê de bên krîmînalîzekirin û darizandin. Aktan, diyar kir ku ne tenê rojnameger, her wiha bikarhinêrên medyaya dijîtal jî bi vê qanûnê hedef tên girtin. Aktan, mînakeke wiha da: “Bifikire ku tu rastî tundiya polîsan hatî û te ev nîşan da. Li ser medyaya dijîtal we hashtag vekir û bû rojev. Ev jî dê bikeve çarçoveya vê qanûnê. Dê bi hinceta parastina dewletê derkevî pêşberî dadger.”    ‘JI BO ROJNAMEGERIYÊ WEKE SÛC NÎŞAN BIDIN HINCETA DIAFIRÎNIN’    Aktan, bi domdarî wiha got: “Balkêş e ku ev qanûn di demeke qala operasyona derveyî sînor dikin de xistin rojevê. Êdî nûçeyên têkildarî operasyonên derveyî welat dê weke sûc bên nîşandan. Dê wisa bikin ku em rojnameger nekarin skandaleke îktîdarê rexne bikin, nêrînê ji muxalîfa bigirin. Lewma dê kesên muxalîf nekarin dengê xwe bidin bihîstin. Armanca îktîdarê ev e. Weke mînak; rojnamegerên êrişa li dijî Efrînê rexne kirin hatin darizandin. Lê bi vê qanûnê re êdî dê nekarin nûçeyan jî çêbikin. Îktîdar hewl dide rojnamegeriyê bi temamî krîmînalîze bike û ji bo weke sûc nîşan bide hincetan diafirîne. Heta niha di pratîkê de dikir lê niha dê bi destê hiqûqê bike.”    ‘DÊ BERTEKA RAYA GIŞTÎ BÊN KÊMKIRIN’    Aktan, bi lêv kir ku zextên li ser rojnamegeran a li Tirkiyeyê ji demên berê ve heye û axaftina xwe wiha qedand: “Lê têgeha ‘sîxûrtiya bandorkirinê’ krîtîk e. Heke hûn kesekî weke rojnameger bigirin cuda ye hûn weke sîxûr bigirin cuda ye. Heke hûn weke sîxûr nîşan bidin dê berteka raya giştî kêm be û hûn krîmînalîze dikin. Hûn weke rojnameger karê xwe dikin lê bi vê qanûnê êdî xebatên we tên krîmînalîzekirin. Heke ev sererastkirin bibe qanûn, dê ne tenê rojnameger tevahiya civakê bedela wê bide. Ev qanûn dikare rojnamegeriyê têk bibe. Êdî dê tu kes nekare qala polîtîkayên şer, pirsgirêka kurd, cînayetên jinan, krîza aborî û hwd. bike. Dixwazin rojnamegeriyê tune bikin lê dê nekarin. Heke muxalefeteke baş li Meclisê were kirin dibe ku ev pêşnûme veneguhere qanûnê. Divê muxalefet berpirsyartiya xwe bi cih bîne, civakê birêxistin bike û rê nede vê qanûnê. Lê çi dibe bila em ê di her şert û mercan de heqîqetê biparêzin û ragihînin.”   MA / Ferdî Bayram