11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan 2024-05-30 10:24:11   ENQERE - 11 mamosteyên ji bo daxwazên xwe ragihînin çûbûn pêşiya Wezareta Perwerdeyê û bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Mamosteyên ku dixwestin daxwazên xwe yên têkildarî Qanûna Pîşeya Mamostetiyê ku li Meclisê tê sererastkirin, li pêşiya Wezareta Perwerdeyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de rastî êrişa polîsan hatin û 11 mamoste bi lêdanê hatin binçavkirin. Her 11 mamoste jî hatin berdan.    Mamosteyên ku endamên Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet (Ogretmen Sendikasi)bûn, bi gelek daxwazên 5 roj berê li pêşiya Meclisê çalakî dan destpêkrin. Mamosteyan duh jî ji bo van daxwazên xwe bigihînin Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn, çûn wezaretê. Dema daxwaza wan a hevdîtinê hatî redkirin jî çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan jî êrişî mamosteyan kir û bi lêdanê binçav kirin. Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak û Sekretera Jinan a Navendê Sîmge Yardim ên ji bo piştgiriyê hatibûn jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. Mamoste, piştî îfadeyan, şevê din hatin berdan.    Her wiha çalakiya mamosteyan a li pêşiya Parka Meclisê hatiye destpêkirin jî didome.