Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne! 2024-05-30 10:36:01     MÊRDÎN - Parêzer Alî Çîçek, anî ziman ku têkildarî mirina Mûrat Çîçek ê 25 rojan piştî hewldana întîharê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê jiyana xwe ji dest da, kirariyek jî nehatiye kirin û got: “Bi temamî li benda mirina muwekîl sekinîne.”   Nexweşê bi navê Mûrat Çîçek ku li servîsa Psîkîyatrî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê ya Mêrdînê dihate tedawîkirin, piştî ku di 1’ê gulanê de hesinên li ber paceya odeya xwe ya li qata 3’yêmîn şikandibûn û xwe avêtibû xwarê û bi giranî birîndar bûbû. Çîçek ê sewqî Enqereyê hate kirin, di 28’ê gulanê de li nexweşxaneya lê dihate tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Mêrdînê di rapora ku amadekiribû de bal kişandibû ku di mirina Çîçek de “xemsarî” hene.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kamûran Tanhan û Berîtan Guneş Altin mijar birin Meclisê. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê hate destpêkirin de derket holê ku di pêvajoya 25 rojan de yek kirarî nehatiye kirin. Her wiha derket holê ku tespîtên têkildarî kêmasiyên rêveberiyên nexweşxaneyê û tespîtkirina berpirsyaran nehatine kirin. Dozger piştî mirina Çîçek îfadeya malbata wî wergirt.    ‘POLÎSAN BI HINCETA DÊ KAR DIRÊJ BE QEYDA ÎNTÎHARÊ NEGIRTIN’                                 Parêzerê malbata Çîçek, Alî Çîçek ê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî, qewimîne bûyerê vegot û bi bîr xist ku Çîçek ê jiyana xwe ji dest da beriya niha jî tedawî dîtî ye. Prz. Çîçek, diyar kir ku di 28’ê nîsanê de qeyda kameraya odeya Çîçek lê dihate ragirtin temaşe kirine û wiha domand: “Roja bûyerê cilên xwe li xwe dike, pişt re çanteyê xwe amade dike û hesinên baceyê yên bafone dişikîne û xwe diavêje.” Parêzer Çîçek da zanîn ku di bûyerê de gelek xemsarî hene û anî ziman ku beriya ku nexweşî bînin nexweşxaneyê hewl daye întîhar bike lê polîsê nexweşxaneyê bûyer weke hewldana întîharê qeyd nekiriye.      Prz. Çîçek, diyar kir ku polîsê nexweşxaneyê bi gotina ‘dê kar dirêj bibe’ qeyd nekiriye û bi lêv kir ku îhmala ewil ji vir dest pê kiriye. Parêzer Çîçek, bi lêv kir ku servîsa psîkîyatriyê ya li qata 3’yemîn jî îhmaleke din e û ev tişt got: “Hûn li tu dera Tirkiyeyê nikarin bibînin ku servîsa psîkiyatriyê li qata 3’yemîn e. Ji ber ku ev nexweş dikarin hewl bidin birevin an jî zirarê bidin kesekî din. Gelo çima servîsa psîkiyatrî li qada 3’yemîn e.”   ‘PIŞTÎ MIRINÊ JI BO ÎFADEYÊ GAZÎ ME KIRIN’    Prz. Çîçek, da zanîn ku şûna pace bi hesin were girtin bi bafoneyî hatiye girtin û ew jî hatiye vîdekirin û diyar kir ku ji bo ode kêlî bi kêlî were temaşekirin kamera hene. Prz. Çîçek bi lêv kir ku tevî her tişt di qeyda kamerayan de tê dîtin jî mudaxile nehatiye kirin û got: “Kesên îhmala wan hene; rêveberiya nexweşxaneyê, serbijîjk, midûrê nexweşxaneyê û mutehid in. Ev berpirsyarên sereke ne. Û operatorê kamerayê.” Prz. Çîçek, da zanîn ku tevî berpirsyar diyar in jî dozgeriyê ji roja ewil ve tu kirarî nekirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îfadeya bavê Mûrat Çîçek ê jiyana xwe ji dest da 28’ê gulanê hate wergirtin. Me ji wir zanî ku heta wê rojê tiştek nehatiye kirin. Bi temamî li benda mirina muwekîlê min sekinîne. Li ser agahiyên ku me ji edliyeyê jî wergirtine hêj lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Piştî ku mirin pêk hat em gazî îfadeyê kirin. Heke muwekîlê min nemiribûya belkû ji bo îfadeyê gazî me jî nedikirin. Da vê bûyerê bi vî awayî veşêrin.”   BANGA LI WEZARETA TENDURISTIYÊ Û EDALETÊ KIR   Parêzer Çîçek, diyar kir ku tevî di heman servîsê de beriya niha jî bûyereke heman qewimî ye, bergirî nehatine wergirtin û vekolîn nehatiye kirin û bal kişand ku divê derbarê kesên têkildar de kirarî bên destpêkirin û cezayên pêwîst bên kirin. Prz. Çîçek bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir ku vekolînên hewce bên destpêkirin.    MA / Ahmet Kanbal