Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan 2024-05-30 10:45:11   ÎZMÎR - Ecevît Pîroglû ku li Sirbistanê hate girtin û li dijî derhiqûqtiyan 109 roj in di greva birçîbûnê de ye, daketiye 48 kîloyan. Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Ecevît Pîroglû re Huseyîn Aktaş banga piştevaniyê kir.    Penaberê siyasî Ecevît Pîroglû di hezîrana sala 2021’an de li Sirbistanê hate girtin û Tirkiye dixwaze ku were îadekirin. Tevî ku 3 dozên îadekirinê hatine redkirin jî Pîroglû di kampê de tê ragirtin. Pîroglû ji bo ev rewş bi dawî bibe di 12’ê sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û rewşa wî ya tenduristiyê roj bi roj xerabtir dibe. Pîroglû 109 roj in di grevê de ye û daketiye 48 kîloyan. Ji bo Pîroglû gelek çalakî hatin lidarxistin. 37 parlamenterên DEM Partî, TÎP û EMEP’ê di 10’ê nîsanê de ji Konsolosxaneya Sirbistanê re deklarasyonek şandin. Tevî hemû hewldanan jî Pîroglû nehat berdan û hat zanîn ku di 27’ê gulanê de rakirine nexweşxaneyê û rewşa wî giran e.    JI DOZAN BERAET KIR   Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Ecevît Pîroglû re Huseyîn Ataş got ku roja Pîroglû li Sirbistanê hatiye girtin heta niha rastî gelek derhiqûqtiyan hatiye. Ataş, got ku Pîroglû li dijî vê 135 rojan greva birçîbûnê li dar xist. Ataş, wiha domand: “Çalakiya niha ji ya berê girantir e. Hikûmeta Sirbistanê 7-8 doz li Pîroglû vekir lê ji tevekan jî beraet kir. Ev 3 sal in girtî ye lê kes tiştekî nabêje bê ka çima ewqas dirêj girtî ye. Di roja 98’emîn a greva ewil de derket danişînê. Dadger, ji bo Pîroglû yê ji ber çalakiyê ji hêla fîzîkî ve guherî xwest nasname dîsa were tespîtkirin. Ev jî nîşan dide bê ka nêzikatiyeke çawa heye.”    'AGAHÎ NAYÊN DAYÎN’   Ataş, da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Pîroglû nebaş e lê îradeya wî xurt e û li ser hişê xwe ye. Ataş, got ku êdî lebatên laşê Pîroglû îflas dikin û daketiye 48 kîloyan. Ataş, wiha bi dawî kir: “Ji bo kesekî bejna wî 1.83 ev kîlo tiştekî asayî nîne. Bi ser hişê xwe diçe, dikeve û hwd. Di 27’ê gulanê de birin nexweşxaneyê lê ji ber ku bi sirpî nedizanî nehat tedawîkirin. Wergêr xwest lê rayedarên sirpî gotin ‘kontrolan red dike’ nehiştin tedawî bibe. Me xwest ku dema dibin nexweşxaneyê agahî bidin parêzer, malbat, wergêr û nûnerên siyasî. Rewşa wî giran e û dibe ku ji nişka ve bibêjin ‘Pîroglû jiyana xwe ji dest da.’ Me serî li DMME’yê da. Ji ber van sepanan dê zext li Sirbistanê bên kirin. Lewma dibe nexweşxaneyê. Em dibînin ku li vir kîlo xelet tê nivîsandin. Ev jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Sirbistan, Pîroglû qetil dike. Gelek saziyê navneteweyî yên weke NATO, NY, CPT û hwd. derheqê Pîroglû de diaxivin û dibêjin divê were berdan. Lê ji ber têkiliyên bazirganiyê yên AKP-Sirbistanê nayê berdan. Kuştina Pîroglû dê bibe kuştina civakê. Divê her kesên ji xwe re dibêjin mirov, piştgiriyê bide Pîroglû.”   MA / Tolga Guney