Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî 2024-05-31 09:06:18 SÊRT - Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê hevdîtin bi girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam re kir, got: "Nikare bi tena serê xwe di nêrdewanan de jî hilkişe. Hevalên wî pêdiviyên wî yên rojane dabîn dikin."  Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qubînê di 24'ê Gulanê de ji ber krîza dil rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê. Çam piştî anjiyoyê di 27'ê Gulanê de dîsa birin girtîgehê. Di gurçika Çam de kîst heye. Nexweşiya prostatê jî pê re heye. Guhên wî baş nabihîsin û çavên wî baş nabînin.    Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş   Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş serdana girtiyê nexweş kir û anî ziman ku Çam şeva ku krîza dil derbas kiriye bi saetan li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê li benda girtina xwînê hatiye hiştin û got ku Çam jê re gotiye, "Wer xuya bû li benda mirina min bûn." Saritaş diyar kir ku Çam piştî anjiyoyê bi kelepçe li nexweşxaneyê hatiye gerandin.    'NIKARE JI NÊRDEWANAN HILKIŞE'   Saritaş diyar kir ku Çam bi zorê li ser pêyan disekine û gelekî westiyayî xuya dike. Saritaşê got, Çam gotiye “Tu şensê me nîne ku em dengê xwe bigihînin derve. Lewma divê hemû kesên li derve bibin guhên me û çavên me."    Saritaş wiha domand: "Apê Mehmet Emîn dixin girtîgehê û roja din ji bo kontrolê dîsa tînin. Ji bo kesekî extiyar û ji dil nexwes çûna vê rêyê îşkence ye. Diviyabû li nexweşxaneyê bimîne. Serê sibê dema wî dibin nexweşxanê, 2 amûrên bihîstinê yên di guhên wî de dixin amûra X-Rayê. Piştî ku tê gardiyan dibêje, 'te ev ji derve aniye.' Ne ji hevalên wî be nikare bi tena serê xwe nêrdewanan jî hilkişe. Nikare pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bike. Ya tê kirin hiqûqa dijminatiyê ye. Demildest divê bê berdan."    Saritaş bi bîr xist ku destûr nehat dayîn ku Çam li nexweşxaneyê bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û got: "Tişta ku hat serê Apê Mehmet Emîn, mînaka şênber a nêzîkatiya li hemberî Kurdan a li Tirkiyeyê ye. Ev mînaka şênber a binpêkirina hiqûq û mafên mirovan e. ."   Saritaş ji xeynî Çam hevdîtin bi girtiyên dinre jî kir. Saritaşê binpêkirinên li girtîgehê ragihandin û got ku li 7 girtiyên ku cezayê muebeda giran hatiye birîn jimariya li ser pêyan hatiye ferzkirin.    Saritaş destnîşan kir ku girtiyên ku wê hevdîtin bi wan re kiriye gotiye "Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin. Me tiştekî şaş nekiriye. Dixwazin bi van pêkanînan me bitepisînin."    MA / Rûkiye Adiguzel