Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin 2024-05-31 09:36:34   STENBOL - Di şewata qlûba şevê ya li Beşîktaşê de 29 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî 9 gumanbaran îdianame hate amadekirin û ji ber sûcê “Bi qisûra zanebûn bûne sedema mirina gelek kesan” li her yekî 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hate xwestin.    Di şewata qlûba şevê ya li Beşîktaşê de 29 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî 9 gumanbaran îdianame amade kir û ji ber sûcê “Bi qisûra zanebûn bûne sedema mirina gelek kesan” ji bo her bersûcekî ji 2 sal û 8 mehan heta 22 sal û 6 mehan cezayê hefsê xwest. Îdianame ji 33’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re hate şandin.    Lêkolîna şandeya dadgehê ya li ser îdianameya didome ku 27 kes weke “miştekî” tê de cih digirin.