Dayika Ethem Sarisuluk: Kujerê ewil Tayyîp e 2024-05-31 16:00:15   ENQERE - Sayfî Sarisuluk a dayika Ethem Sarisuluk ku di protestoyên Parka Geziyê de canê xwe ji dest dabû, got: “Kujerê ewil Tayyîp e.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî salvegera Ethem Sarisuluk ê di protestoyên Parka Geziyê de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana civînê pankartê, “Em hemû li wir bûn, Ethem jî li wir bû. Ji girtiyên Geziyê re azadî, berxwedana Geziyê 11 salÎ ye” hat vekirin. Dayika Sarisuluk, Sayfî Sarisuluk, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û gelek kes beşdarî civînê bûn.    Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç axivî û hemû kesên di protestoyên Parka Geziyê de hatin kuştin, bi bîr anî û got ku ew jî li Geziyê bûne.    ‘BILA BI TENÊ NEMÎNE’    Sayfî Sarisuluk jî ji bo bîranîna Ethemê lawê wê ku dê sibê li Guvenparka Enqereyê çalakî bê lidarxistin, banga beşdariyê kir û got: “Ji bo ew bi tenê nemîne, ez roj diçim cem wî, pê re diaxivim lê ew dengê xwe nake. Qatilan nehişt ku dengê xwe bike. Kujerê ewil Tayyîp e. Ez her tim li cem lawê xwe me. Tevî her tiştî jî ez ê bi hêz bisekinim û wê lawê min bibîne ku ez nakevim. Ez bi saya serê wî li ser pêya dimînim. Sibê em wî bibîr tînin, bila lawê min were bîra her kesî.”  ‘HÊ JÎ RUHÊ GEZIYÊ ZINDÎ YE’    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Küçükbalaban jî bal kişand ser daxwazên dema çalakiyên Geziyê û ew daxwaz nehatine bicihanîn û lewma darbe û sepanên dijî demokrasiyê ketin dewrê. Kuçukbalaban got ku hê jî ruhê Geziyê zindî ye.