Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn 2024-06-01 14:29:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlihê li aqûbeta xebatkarê Ozgur Ulkeyê Îsmaîl Agaya yê 30 sal berê hat windakirin û li Amedê jî li aqûbeta Giyasettîn Odûncû hat pirsîn û li Colemêrgê jî li aqûbeta karsazên kurd hat pirsîn.     Malbatên Windyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 799’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû berdewam kir. Malbatên windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan û li erdê raxistin.    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz vê hefteyê serpêhatiya Giyasettîn Odûncû yê di gulana 1995’an de li Amedê hat windakirin xwend.    EWILÎ BAVÊ WÎ DIKUJIN Û PAŞÊ JÎ WÎ WINDA DIKIN    Akdenîz serpêhatiya windakirina Odûncû wiha dibêje: “Ew zewicandî û bavê sê zarokan bû. Ji gundê Şimşima bi ser navçeya Hezorya Amedê ye. Di sala 1986’an de leşker her tim bi ser gundê wan de digirin û zexta ku bibin cerdevan li wan tê kirin. Di heman salê de bavê Giyasettîn Odûncû, dema diçe gundê Sine yê Licê serdanekî lê ji aliyê cerdevanê gundê Sine ve tê kuştin.    Di sala 1992’yan de leşker dîsa bi ser gund de digirin û zexta ku gundî bibin cerdevan li wan tê kirin. Giyasettîn Odûncû bi tevî malbata xwe ve ji ber zextên leşkeran bar dike û tên li navçeya Sûrê ya Amedê bicih dibin. Di rojên dawî yên gulana 1995’an de Odûncû ji hevjîna xwe re dibêje, ‘Ez ê bi hevalên xwe re biçim Gola Hazara Xarpêtê’ û dixwaze hevjîna wî îşlikek û şalek (pantolon) jê re amade bike. Hevjîna wî Aysel Odûncû cilên wî amade dike û dide destê wî. Malbat ji roja ku Giyasettîn Odûncû ji malê derdikeve şûn ve heta îro agahî jê nagire.”    HEWLDAN BI SER NAKEVIN    Akdenîz diyar kir ku malbata Odûncû her çiqas serî li qereqolê û midûriyeta polîsan dide jî tu agahî ji Giyasettîn Odûncû nagire. Akdenîz destnîşan kir ku malbat têkildarî bûyerê di 31’ê adara 2003’yan de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê dozê vedike lê tu encamê bi det naxe û tevî hemû heldanên malbatê jî carek din agahî ji Odûncû nayê girtin.    ÊLIH     Malbatên Windayan di hefteya 635’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê ya Êlihê kom bûn û çalakiya  xwe berdewam kirin. Nûner û rêveberên DEM Partî, DBP, TJA, Egitim-Sen, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan rakirin û xwestin winda bên dîtin û daxuyanî hat dayîn.    Li ser navê komê rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Melek Atalay daxuyanî xwend. Atalay anî ziman ku di 29’ê gulana 1994’an de endamên JÎTEM’ê li Êlihê belavkarê Rojnameya Ozgur Ulkeyê Îsmail Agaya kirine binçavan û wî winda kirine û ji wê rojê ve êdî agahî jê nayê girtin.    Atalay çîroka windakirina Îsmail Agaya xwend û wiha got: “Îsmaîl Agaya di salên 90’î de rojnameya Ozgur Ulke belav dikir. Di heman demê de karkerê înşatê bû. Di 29’ê gulana 1994’an de dema diçû mala xizmên xwe, hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin. Dayika Îsmaîl, Mufide Agaya, di serlêdana komeleyê de diyar kir ku jinên li derdorê dîtine ku kesên bi çek û sivîl Îsmaîl revandine û birine. Malbatê serî li Qereqola Polîsan a Navendê dan. Dîsa serî li gelke cihên din dan. Lê heta niha hemû hewldanên malbatê bê encam man."     Girseya li qadê kom bûbû piştî çalakiya rûniştinê belav bû.     COLEMÊRG   Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Malbatên Windayan li navçeya Gever a Colemêrgê jî çalakî li dar xistin. Çalakî di hefteya 125'an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta karsazên kurd Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay ên ku di 3'ê hezîrana 1994'an de hatin qetilkirin pirsîn. Piştî cenazeyê wan li Bolûyê tên avêtin bi awayek îşkencekirî tên dîtin. Di çalakiyê de neviyê Hacî Karay, Kerîm Oztunç daxuyaniya çapemeniyê xwend.   Oztunç anî ziman ku di 125 hefte ne çalakiyê li dar dixin û ew bi vê çalakiya xwe dixwazin hafizeya civakî zindî bihêlin û got: “Em weke Mirovên Şemiyê em ê rastiyên windakirinên di binçavan de ji gel re bibêjin û got: "Em bang li hemû saziyên pêwendîdar dikin ku li ber vî sûcdariya giran bêdeng nemînin û hiqûqê binpê nekin."