Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan 2024-06-01 15:04:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbol, Enqereyê û Îzmîrê di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de hat xwestin girtiyên nexweş Abdulhalîm Kaya, Mehmet Emîn Çam û Abdulkadîr Kuday demildest bên berdan.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 636’an de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîm (81) ê li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Qûbîna Êlihê tê ragirtin û ji sedî 93’ê astengdar e. Pankarta “Bila girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulhalîm Kaya bê berdan” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    Rêveberê ÎHD’a Stenbolê Ferît Barût daxuyanî xwend.   Barut diyar kir ku girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulalim Kaya yê 81 salî ku li Girtîgeha Tîpa T ya Qûbîna Êlihê girtî yeji sedî 93 astengdar e û got ku Kaya bi nexweşiyên dil, prostat, gurçik û demansê re rû bir û maye û ji ber vê yekê nikare bi tena serê xwe bijî. Barut bal kişand ser wê yekê ku Kaya ji ber cezayê lê hatibû birîn hatiye girtin û lê hê Kaya ku ji ber emeliyata xwe tedawî didît hatiye girtin. Barût wiha got: “Abdulhalîm Kaya ku hê birînên wî baş nebûbûn tê girtin û di encama israran de piştî 60 rojan tê berdan. Lê rojên pir dijwar derbas dike. Di 4’ê çileya 2021’an de bi taloqkirina cezayê wî yê ji bo 6 mehan tê berdan. Di rapora Lijneya Tenduristiyê ya ku ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê ve 12’ê cotmeha 2022’yan hatiye amadekirin û ji bo dewamkirina tedawiya xwe serî lê daye. Lê tevî ku hat gotin ku nexweşiyên wî jixwe xeteriya jiyana wî ye û piştî 2 salan divê muayeneya kontrolê bê kirin da ku were tespîtkirin ka ev rewş baş bûye yan na, her çend di rewşa tenduristiya wî de başbûnek çênebe jî dîsa hat girtin. Di 31'ê Adara 2023'yan de tê girtin û dişînin Girtîgeha Tîpa T a Qûbîna Êlihê.”    Barût anî ziman ku lawê Abdulhalîm Kaya serî li komîsyona wan daye û gotiye ji ber nexweşîna demansê bi bavê wî re belav dibe ew nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne. Barût got tevî sewqî Saziya Tiba Edlî hatiye kirin jî lê di 11’ê adarê de rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ didinê. Barût destnîşan kir ku lawê Abdulhalîm Kaya gotiye ku cezayê bavê wî di sibata 2026’an de temam dibe lê bavê wî heta wê çaxê nikare li ber xwe bide.    Barût anî ziman ku ji ber Kaya li girtîgehê nikare bi awayek birêkûpêk were tedawîkirin şertên girtîgehê ji bo jiyan û tenduristiya wî rîsk in û xwest rayedar ji bo berdana Kaya bikevin tevgerê.    ENQERE   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 508'emîn de li ber avahiya ÎHD'a Enqereyê daxuyanî da. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan. Hevserokê ÎHD'a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Qûbîna Êlihê tê ragirtin. Yazmaci anî ziman ku Mehmet Emîn Çam roja 24'ê gulanê krîza dil derbas kiriye û piştî hatiye anjiyokirin bêyî rewşa wî baş bibe dîsa dibin girtîgehê. Yazmaci xwest girtiyê nexweş Emîn Çam hem nexweş e û hem jî temenê wî mezin e û got lewma divê bê berdan.    ÎZMÎR   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 291'emîn de li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê daxuyanî da. ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday (52) ê li Girtîgeha Metrîsa Stenbolê tê ragirtin. Hevserokê ÎHD'a Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî da û xwest girtiyê nexweş Kuday ê ku her roja diçe rewşa wî xedartir dibe bê berdan. Alî Aydin diyar kir ku Kuday bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bimîne û lazim e ew êdî li cem malbata xwe jiyana xwe bidomîne û bê tedawîkirin. Aydin xwest hemû girtiyên nexweş ên din jî bên berdan.