Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir 2024-06-01 15:29:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Elbakê ya Wanê cerdevanê bi navê Akîf Çapik bi awayek guman mir.  Li navçeya Elbaka Wanê cerdevanê bi navê Akîf Çapik ê 32 salî dema ku nobedê digirt, bi awayek guman mir. Cerdevanê ku tê gotin birîndar bûye wî rakirine nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanên tibî jî nehat rizgarkirin.    Hat gotin ku wê cenazeyê cerdevan piştî karûbarên otopsiye bê veşartin.