DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin 2024-06-01 16:56:24   DÊRSIM - DEM Partî amadehiyên hilbijartinê yên ku dê sibê li navçeya Periyê dê werin kirin, temem kirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tifaqa Dêrsimê amadehiyê hilbijartinê yên Navçeya Periyê temam kirin. Ji hilbijartinê êdî saet man û dê 5 sindoq li Dibistana Seretayî ya Akpazarê 5 sindoq jî dê li Lîseya Akpazarê bi giştî dê 10 sindoq werin danîn. Bernamzetên hevşaredariyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî tevî rêveberên navend û navçeyê re, serdana welatiyên li gund û taxan kirin. Namzet ji gel xwestin ku îradeya xwe di sindoqê de nîşan bidin.    Di hilbijartinê de dê 10 sindoq werin danîn û dê karûbarên hilbijartinê serê sibê saet 08.00’an dest pê bikin û heya saet 17.00’an dom bikin.