Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir 2024-06-02 08:01:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Li 3 navçe û 4 bajarokên ku YSK’ê biryara dubarekirina hilbijartinê dabû, dengdayîn dest pê kir.  Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo 3 navçe û 4 bajarokan biryara dubarekirina hilbijartinê dabû û li van navendan dengdayîn dest pê kir. Karûbarê dengdayînê yê li navçeyên Curnê Reş a Rihayê, Pinarbarbaşi ya Kayseriyê û Guzelyurt a Aksarayê û li bajarokên Guneykaya ya navçeya Yildizelî ya Sêwasê, Buyukkariştiran ê navçeya Luleburgaz a Kirklareliyê û Perî ya navçeya Mazgêrt a Dêrsimê ji saet 08.00’an ve dest pê kir.    Karûbarê dengdayînê yê li 7 navendan dê saet di 17.00’an de bi dawî bibe û qedexeya têkildarî hilbijartinan dê heta saet 21.00’ê bidome.