Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine 2024-06-02 09:44:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Perwerdekar Saliha Zorlu diyar kir ku mufredata perwredeya ya nû mufradeteke “yekperest, zayendperest û neteweperest e” û wiha got: “Dixwazin hegemonyaya xwe ya çandî ava bikin.”  Bertekên li dijî “Modêla Perwerdeyê ya Sedsala Tirkiyeyê” ya ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ve hatiye erêkirin didomin. Li gorî mufredatê dê ji pola 4’emîn ve dersa olî li zarokan bê ferzkirin. Di mufredata nû de xwendekarên di polên 5,6,7 û 8’an de li gel dersa “Çanda Olî û Zanîna Exlaqê” her wiha dê dersên “Dersa Jiyana Pêxemberê Me” û “Dersa Qur’an a Kerîm” bibînin. Dê di tevahiya salê de ji bo her dersê 72 saet bên veqetandin û xwendekarên dibistana navîn dê bi giştî 216 saetan dersa olî bibînin.    Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê Saliha Zorlu têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. Zorlu, da zanîn ku pergala perwerdeyê ya Tirkiyeyê ev sed sal in li gorî senteza tirk-îslamê hatiye dîzaynkirin û wiha got: “Her îktîdar vê sentezê jinûve dîzayn dike. Pêvajoya ku perwerdeyê weke parçeyeke hilberîn û aboriyê tê dîtin didome. Îktîdara AKP’ê xwe weke partiyeke muhafezeker û burjuvayê dîzayn kir. Ji bo bîrdoziya xwe jî perwerdeyê weke amûrekî bi kar tîne.”    'PERGALA PERWERDEYÊ LI GORÎ KEVNEPERESTIYA HIŞK E’    Saliha Zorlu   Zorlu, baş kişand ser guherandina mufredatên serdema berê û wiha mînaka ya sala 2005’an da: “Wê demê dixwestin bikevin Yekitiya Ewrpayê (YE). Lê niha YE bi temamî ji bîr kirine. Bi temamî li hundirê xwe vegeriyane û li gorî bîrdoziya xwe çavê wan li Rojhilata Navîn e. Hinek jî dixwazin xwe biparêzin. Anku kevneperestiyeke hişk heye. Dixwazin pergala perwerdeyê jî li gorî ve amade bikin. Di navbera mufredata 2005’an û ya niha de ji hêla têgehan ve cudahî hene. Berê li avahiyên dibistanan du tabela hebûn. ‘Mîsyona me’ û ‘Vîzyona me’ hebûn. Ev her du têgeh li gorî têgehên YE’yê bûn û têgehên lîberal bûn. Lê ew têgeh niha guherîne. Li şûna wan têgehên li gorî bîrdoziya îslamî cih digirin. Mufredateke yekperest, zayendperest û neteweperest hatiye amadekirin. Piraniya têgehan guherandin û têgehên weke arîf, maarîf, kemal, nesîl û hwd. cih digirin. Bi van têgehan perspektîfa mufredatê ava kirine.”    'DIVÊ DI NAVBERA ZAYENDAN DE AŞTIYÊ AVA BIKIN’    Bi domdarî Zorlu anî ziman ku di serdema îktîdara AKP’ê de pergala perwerdeyê zarokên keç ji dibistanan dûr dixe û wiha pê de çû: “Her wiha xwendekar bi rêya polîtîkayên neolîberal, di piyasayê de weke ‘karkerên’ hêza kar a erzan pêşwazî dikin tên dîtin. Dibistanên amadehî yên pîşeyî yên xwendekarên jin û zilam bi xwe re pirsgirêka tîne. Ji ber van polîtîkayên zayendên hev nas nakin digehin. Mufredateke ku aştiya di navbera zayendan de ava nake, asta rageşiyê bilind digire hatiye amadekirin. Ji bo me ya girîng mufredateke aştiyê esas digire ye.”    'JI BO HEGEMONYAYA ÇANDÎ HATIYE DÎZAYNKIRIN’    Zorlu, bi bîr xist ku serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan her car ji ber avanekirina “hegemonyaya çandî” xwe nerazî dike û wiha pê de çû: “Hikûmet dibêje ‘me ‘hegemonyaya çandî ava nekir.’ Vaye ev mufredat jî ji bo avakirina vê ye. Dixwazin nifşekî hegemonyaya îktîdarê ava dike bigihînin. Em dibêjin mufredateke yekperest e; ji ber ku tenê yek mezhebî esas digire. Di Dersa Zanyariyên Civakî de dibêje ‘ji sedî 99’ê civakê misilman in.’ Ji bo Tirkiyeyê ev agahî cihê rûreşiyê ye. Heta sed sal beê ji sedî 60 misilman û ji sedî 40 ji baweriyên cuda bûn. Gelo ev kes bi ku de çûn? Ev kes yan hatin qetilkirin an jî sirgûnkirin. Îktîdara ol û mezhebekî hatiya avakirin.”    JI BO PIRSGSIRÊKÊN KÛREWÎ ÇARESERIYA ‘XWEDÎDERKETINA LI NIRXAN’    Zorlu, da zanîn ku di Dersa Zanyariyên Civakî de ji bo “pêşîlêgirtina bandorên neyînî yên kûrewîbûnê” pêşniyara “Xwedîderketina li nirxên manewî” hatiye kirin û got: “Pêdivî bi pergaleke perwerdeyê ya wisa heye ku di navbera zimanan de edalet hebe, yekzimanî neyê ferzkirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê weke nirxekî kûrewî dibîne heye. Daxwaza me ew e ku mufredata aştiya civakî ava bibe. Di demên berê de Dersa Tenduristiyê hebû û bi awayekî ku zarok fêm bikin dihat dayîn. Ev tevek hatin rakirin. Teoriya Peresanê ji mufredatê hate derxistin. Dersên Fenê êdî li lgorî fikra afirandinê tê dayîn. Dersekî bi navê Awayê Malbata Tirk hate derxistin. Ji 27 dersan 7 jê yên olê ne.    DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?    Divê mufredata nû li gorî pêdiviyên herêmî,  li gorî asta aboriya bajar, pirsgirêkên civakî û hwd. bihata amadekirin. Divê tişta jê re dibêjin mufredat weke pêşnûmeyekê be û li herêman bê tijekirin. Tu înîsiyatîfa mamoste û herêmê di vê mufredatê de nîne. Îktîdareke ku zarokan li gorî armancên xwe digehîne heye. Em jî dixwazin zarok kirde bin û wek kes nêzî wan bibin. Xwendekar weke parçeyeke aboriyê tê dîtin. Hewcehî bi mufredateke ku van çandên hatine tunekirin jinûve zindî dike, mafê zimanê dayikê dide heye. Weke perwerdekar em ê ji bo van têbikoşin.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel