Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene 2024-06-02 10:04:25 STENBOL - Li navçeya Kuçukçekmeceyê avahiyek ji ber sedemeke nediyar hilweşiya. Hate diyarkirin ku kesên di bin kavil de mane hene.    Avahiyeke sê qat a li ser Cadeya Şaredariyê ya taxa Kartaltepe ya girêdayî navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê dora saet di 08.45’an de ji ber sedemeke nediyar hilweşiya. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Hate diyarkirin ku kesên di bin kavil de mane hene.