Îranê kolberekî din qetil kir 2024-06-02 11:08:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên dewleta Îranê li bajarê Serdeştê kolberek qetilkirin, pişt re jî cenazeyê kolber avêtin avê. Hêzên dewleta Îranê li bajarê Serdeştê yê rojhilatê Kurdistanê kolberek qetilkirin, piştre jî cenazeyê kolber avêtin avê. Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, di 31’ê Gulanê de, hêzên Îranê li ser sînorê bajarê Serdeştê yê rojhilatê Kurdistanê êrişî komeke kolberan kir. Di encama êrişê de kolberê bi navê Rehîm Îbrahîm jiyana xwe ji dest daye. Pişt re hêzên Îranê cenazeyê Îbrahîm avêtine avê.   Kolber Rehîm Îbrahîm xelkê gundê Wilîû yê bajarê Serdeştê ye û bavê 3 zarokan e. Li gorî agahiyan piştî 24 saetan, cenazeyê Îbrahîm ji aliyê xelkê herêmê ve ji avê hatiye derxistin.   Hêjayî gotinê ye ji serê salê ve, herî kêm 37 kolber û kasibkarên kurd li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, yan jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.