Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê! 2024-06-02 14:57:11   WAN - Dogan Nûrses ê di serdema qeyûm de li şaredariyê 3 midûrtî dabûnê, piştî hilbijartinê bû Midûrê Perwerdehiyê yê Artêmêtê.    Dogan Nûrses ê li navçeya Artêmêt a Wanê rêveberiya Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGVA) dikir, ji aliyê qeyûm ve li Şaredariya Rêya Armûşê weke Midûrê Karên Nivîsan, Midûrê Perwerdehî û Çavkaniyên Mirovan û Cîgirê Şaredar hatibû peywîrdakirin.    Piştî ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredarî bi dest xist cihê peywîrê yê Nûrses hate guhertin. Nûrses vê carê weke Midûrê Perwerdehiyê yê Artêmêtê hate peywîrdarkirin.