Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî 2024-06-02 15:21:37   ŞIRNEX - Mamosteyê li Herêma Heftborî ya navçeya Qilebanê ji ber germê kete çem xeniqî.    Mamosteyên li Lîseya Anatoliyayê ya Teknîk û Pîşeyî ya Keçikan a li navçeya Silopiya ya Şirnexê peywîrdar ji bo seyranê çûn Herêma Heftborî ya li Bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê. Yek ji mamosteyan Mehmet Kinna yê ji ber germe kete çem, avê ew bir. Hevalên wî yên rewş ferq kirin, tîmên tenduristiyê û cendermeyan agahdar kirin.    Kinna yên piştî demekê bi alîkariya hevalên wî û welatiyên li herêmê ji avê hate derxistin, piştî mudaxileya ewil bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Lê tevî hemû mudaxileyan Kinna jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Kinna ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.