Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin 2024-06-02 15:48:29   STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya hatiye destpêkirin de 2 kes hatin binçavkirin.    Avahiyeke sê qat a li ser Cadeya Şaredariyê ya taxa Kartaltepe ya girêdayî navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê ji ber sedemeke nediyar hilweşiya. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî hilweşîna avahiyê hate destpêkirin de 2 kes hatin binçavkirin. Piştî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê de bi sûcê “Bi awayekî biqusûr bûye sedemê mirin û birîndarbûnê” lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsînê de xwediyê avahiyê Haci Mûrat Gencturk Û O.A.D. yê li qata zemînê ya avahiyê dikana wî ya donerê hebû hatin binçavkirin.    Di bûyera saetên serê sibê pêk hat de 8 kes birîndar bûn, kesekê jî jiyana xwe ji dest da.