Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in 2024-06-02 16:31:02   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban piştgirî da Emîne Şenyaşar a di Nobeta Edaletê de û bi gotina “faîl diyar in” bertek nîşanî polîtîkayên necezakirinê da.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar, ji bo girtin û darizandina faîlan û berdana kurê xwe Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeta Edaletê dabû destpêkirin. Şenyaşar, piştre jî çalakiya xwe veguhestibû pêşiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê. Çalakiya Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê kete roja 120’an. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên Enqere, Amed, Antalya, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbol, Wan, Agirî, Şirnex û Sêrtê jî tev li bûn.    ‘DEV JI POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ BERDIN’    Kuçukbalaban di serdanê de axivî û wiha bal kişand ser polîtîkayên necezakirinê: “Faîl diyar in û em dibêjin ku daxwaza edaletê ya dayika Emîneyê, daxwaza me ye. Banga me li hikûmetê ew e ku tavilê dev ji van polîtîkayên necezakirinê berde.”