Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin 2024-06-02 18:27:59 AMED - Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk ji bo Hevserokatiya Yekitiya Şaredariyên Anatoliya Başûrojhilat (GABB) hatin bijartin.  Yekitiya Şaredariyên Anatoliya Başûrojhilat (GABB), Civîna Meclisa xwe ya Awarte ya Sala 2024’an li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Gelek hevşaredarên DEM Partiyê beşdarî civînê bûn. Ji bo diyarkirina Serokatiya GABB’ê, wekîlên 1’emîn û 2’yemîn ên Meclisa GABB’ê, Encumenê GABB’ê, endamên Komîsyona Plana Budçeyê û endamên Komîsyona Kontrolê hilbijartin hat kirin.    Biryar hat girtin ku şaredariyên ji endamtiya Yekitiyê derketine ji lîsteya şaredariyên endam bên derxistin. Dîsa biryar hat dayîn ku şaredariyên ku di meclisên xwe de biryar dane bibin endamên Yekitiyê dê wekî endam bên qebûlkirin.   Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredarê Navçeya Rezanê ya Amedê Sîraç Çelîk bi yekdengî ji bo Serokatiya GABB’ê hatin bijartin. Ji bo Serokwekîla 1’emîn a Dîwana Meclisa GABB’ê Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal û ji bo Serokwekîliya 2’yemîn jî Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hatin bijartin. Ji bo endamtiya Encumeniya Yekitiyê jî Neslîhan Şedal, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, hevşaredarê Êlihê Yunus Bagiş, Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, her wiha Hamît Tutuş, Fuat Mehmetoglû û Alpaslan Karabulut hatin bijartin.    Sîraç Çelîk di dawiya hilbijartinê de axivî û bal kişand ser girîngiya rêveberiyên xwecihî û spasiya endamên Yekitiyê kir.