Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû 2024-06-02 19:22:24 DÊRSIM - Li Bajaroka Periyê ku hilbijartina xwecihî lê hat dubarekirin, li gorî encamên nefermî namzetê AKP’ê bi ser ket.  Desteya Hilbijartinê ya Bilind li ser îtîraza AKP’ê hilbijartina 31’ê Adarê ya li Bajaroka Periya Mazgêrda Dêrsimê betal kiribû û biryar dabû ku 2’yê hezîranê hilbijartin bê dubarekirin. Jimartina rayan li Periyê bi dawî bû û li gorî encamên nefermî namzetê AKP’ê bi ser ketiye. Li gorî encamên nefermî di hilbijartina îro de AKP 644 dengan, CHP 420 dengan, DEM Partî 220 dengan girtine.    Di hilbijartina 31’ê Adarê de CHP 471 dengan, AKP 467 dengan û DEM Partiyê 274 dengan girtibûn.