DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket 2024-06-02 20:52:41 RIHA - Li gorî encamên nefermî DEM Partî li navçeya Hîlwanê bi 10 hezar û 730 dengan bi ser ket.  Li gorî encamên nefermî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Hîlwana Rihayê di hilbijartina xwecihî ya dubarekirî de bi ser ket. Hevşaredarên DEM Partiyê yên Hîlwanê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 10 hezar û 730 deng wergirtin. Namzetê AKP’ê jî 7 hezar û 420 deng girt. DEM Partî ji ber xatirê şîna her du karkerên jiyana xwe ji dest dabûn, pîrozbahiyê li dar nexist. Bi beşdariya hezaran kes ku li ber avahiya DEM Partiyê kom bûbûn, daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê û Hevşaredarên Hîlwanê derketin ser otobusê û gel silav kirin.    ‘HÎLWANÊ GOT VA EM LI VIR IN’    Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan xîtabî gel kir û wiha got: “Gelê me yê qedirbilind carek din got, ‘ez va li vir im’. Em bi hezarên salan e li ser vê axê dijîn û xwedî li av, ax û dîroka xwe derdikevin û em her tim jiyana bi hev re dibijêrin. Gelê Hîlwanê di hilbijartina 31’ê Adarê de bi neheqiyek mezin re rû bi rû ma. Lê gelê me sebr û hedana xwe parast û ket pey edaletê. Em bi bîr û bawer sekinînin. Em ê ji niha şûn ve jî wisa bikin. Em ê li Hîlwanê bi ruhê yekitiyê bimeşin. Em naxwazin gelê me xemgîn bibe.   ÇAVÊ HER KESÎ LI SER HÎLWANÊ BÛ    Wê şaredariyên DEM Partî ji her kesî re vekirî bin. Em ê îro pîrozbahiyê nekin. Li vir bûyerek qewimî û 2 karker-mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Malbatên wan karkeran malbatên me ne. Em ji wan re sersaxiyê dixwazin. Êşa wan êşa me ye. Çav û guhê gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser Hîlwanê bû. Digotin gel oka wê welatê şoreşger, şervanan bi rolek çawa rabe. Heta ku reqamên fermî neyên ragihandin em dest ji rayên xwe bernadin. Çimkî we îro dîrokek îmze kir. Em ê heta dawiyê xwedî li vê derkevin.”    GEL HÊ JÎ LI BER AVAHIYA DEMÊ YE      Ji qada ku gel lê civiya bû bênavber dengê dirûşmên wek, “Bijî Kurdistan”, “Hîlwan dimeşe erd û ezman diheje", “Silav silav hezar silav li Îmraliyê”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Ocalan” û “Jin jiyan azadî” olan dan. Gel hê jî li ber avahiya DEM Partiyê disekine.