Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin 2024-06-03 09:54:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî serdegirtina Şaredariya Colemêrgê dan û wiha gotin: “Em ê bi tu awayî serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin. Em dibêjin êdî bes e.”    Polîsan duh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç krin û di danê sibehê de jî bi ser şaredariyê de girtin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hate binçavkirin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan têkildarî mijarê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal peyam dan û bertek nîşan dan.    BAKIRHAN: EM NAHÊLIN KESEK ÎRADEYA ME BXESP BIKE    Bakirhan di peyama xwe de wiha got: “AKP-MHP ku îradeya gel tune dihesibîne, bi rêya daraza di bin fermana xwe de û bi destê polîsan, bi awayekî derhiqûqî serî li binçavkirina nûnerên rewa yên gel û demokrasiyê dan. Binçavkirina hevşaredarê me yê Colemêrgê derhiqûqtiyeke tarî û qirêjî ye. Em vê zîhniyeta darbekar, qeyûmparêz û dijminên sondxwarî yên gelê kurd red dikin. Em ê bi tu awayî îradeya xwe nedin xespkirin. Em dibêjin êdî bes e. Divê tavilê dev ji sepanên derhiqûqî yên zirarê didin pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê berdin. Di serî de gelê me, banga me li tevahiya derdorên demokratîk, şoreşger û aştîxwazan ew e ku li dijî vê xespkirina gel li cem xelkê Colemêrgê cih bigirin û berteka xwe nîşan bidin.”    HATÎMOGÛLLARI: EM Ê BI TU AWAYÎ SERÎ NETEWÎNIN    Hatîmogûllari jî wiha got: “Îktîdara ku li ser sindoqê li hemberî îradeya gel têk çû, dîsa li pey xespkirina îradeyê ye. Bi zora polîsan hewl dide şaredariya me xesp bike, Hevaşeredarê me Mehmet Siddik Akiş binçav kir. Em ê li hemberî vê zîhniyetê bi tu awayî serî netewînin. Ev êriş ne tenê li dijî îradeya xelkê Colemêrgê hatiye kirin, li dijî îradeya xelkên Tirkiyeyê hatiye kirin. Banga me li tevahiya derdorên li gel demokrasiyê ne ew e ku li dijî vê zîhniyeta qeyûm sekna xwe nîşan bidin.”