Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan 2024-06-03 10:16:45   COLEMÊRG - DEM Partiyiyan bertek nîşanî polîsên Şaredariya Colemêrgê dorpêç kirin dan.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li Wanê hate binçavkirin. Polîsan di danê sibehê de bi awayekî hemwext bi ser şaredariyê de girtin. DEM Partiyiyan bertek nîşanî dorpêça polîsan dan û li pêşiya şaredariyê kom bûn. DEM Partiyiyan bertek nîşanî polîsên şaredarî dorpêç kirin dan.    Polîsekî got ku Hevşaredar Akiş bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ji peywirê hatiye girtin. Cîgirê Hevşaredar Şaban Alkan jî xwest ku biryarê bidin wan. Lê belê polîsan tu biryar teblîx nekirin.    ‘EM BIRYARÊ NAS NAKIN’   Alkan, wiha got: “Nahêlin kesên hatine hilbijartin û xebatkar bikevin şaredariyê. Ji me re gotin ku hevşaredarê me ji peywirê girtine. Li vir talanek heye. Em vê biryarê nas nakin û red dikin.”    Polîsan, tevahiya rêyên diçin şaredariyê dorpêç kirin. Hat diyarkirin ku Cîgirê Walî Tayyar Emre Mahmûtoglû ku di demên berê de cîgirtiya qeyûmê Colemêrgê kiribû, hatiye şaredariyê.    Gelek welatî ji bo şermezarkirina biserdegirtina şaredariyê û binçavkirinan li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar kom bûn.