Li Mêrsînê serdagirtina malan 2024-06-03 12:14:11   MÊRSÎN - Li Mêrsînê di serdagirtina malan de 12 kes hatin binçavkirin.    Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, bi îdiaya “endamtiya rêxsitinê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdagirtinên li navçeyên Tarsûs, Gulnar, Akdenîz, Toroslar û Yenîşehîrê yên Mêrsînê hatine girtin de 12 kes hatin binçavkirin. Hat destnîşankirin ku kesên hatine binçavkirin, birine Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê. Tê gotin ku dê hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.