DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist 2024-06-03 13:47:40   WAN -  Parlamenter Mehmet Kamaç di 2’yemîn Kongreya Asayî ya DÎB’ê de axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê da. Kamaç, got ku dê gel li dijî qeyûman li ber xwe bide.    Komeleya Lêkolînên Zanistên Olî (DÎB) 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li Wanê li eywaneke dawetan hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endamên dîwanê Emîn Ay axivî û wiha got: “Ol, veguherandine amûra bêdengkirina mirovan û bi vê yekê re xiyanet li emanetê pêxember hate kirin. Tevahiya armancên ola îslamê ji holê hatin rakirin û kirin amûr. Melayên kurd dê bibin pêşengên Îslama Demokratîk. Tişta li vir tê îdiakirina demokratîkkirina îslamê nîne, divê demokrasî û rêgezên exlaqî yên di nava îslamê de esas bên girtin.”    BERTEK NÎŞANÎ TAYÎNKIRINA QEYÛM DA   Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç axivî. Kamaç, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê da. Kamaç, xespkirina îradeya xelkê Colemêrgê şermezar kir û got ku kesên îradeya gel nas nakin dê şerm û fihêtiya herî mezin bijîn. Kamaç, anî ziman ku dê gel li dijî vê xespê li ber xwe bide.    Herî dawî jî Parlamenterê DEP’ê yê berê Nîzamettîn Toguç axivî û wiha got: “Divê gelê me li dijî rejîma qeyûm li her derê xwe birêxistin bike. Em baş dizanin ku pergal bi vê tirsê nikare pêş bikeve. Pêdiviya gelê me bi veguherîneke ku hev birêxistin dike, piştevaniya hev dike û biryarên xwe dide heye. Ji vir û şûnde tişta divê were kirin ev e.”    Piştî axaftinan, Dîba Keskîn, Esma Alici, Hasan Erzen, Kerem Yilmaz, Osman Kaya, Macît Kiliçaslan û Enver Aykaç ji bo rêveberiya DÎB’ê hatin hilbijartin.