Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin 2024-06-03 14:34:39   ENQERE - Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di nava 5 mehan de li Îranê herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin.    Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora xwe ya binpêkirinên mafên mirovan ên rejîma Îranê di navbera 1-31’ê guanê de li Kurdistanê kirin, parve kir. Li gorî raporê; rejîma Îranê di gulanê de herî kêm 25 girtiyên siyasî bi dar ve kir. Ji van kesan 2 jê bi îdiaya “Nelirêtî belav kiriye”, 18 jê bi îdiayên têkildarî tiryakê û 5 jî bi tawanbariya “cînayeta qesdî” hatin bidarvekirin.    Di raporê de hat gotin ku girtiyên kurd Anvar Khezri û Khosrow Besharat piştî 14 salên girtîgehê, li Girtîgeha Ghezel Hesar a li Karajê ya li Eyelaeta Elborzê bi îdiaya “belavkirina nelirêtiyê” hatin bidarvekirin; li Girtîgehên Urmiye, Kirmaşan, Karaj, Îsfehan, Îlam, Şîraz, Salmas û Mîandoabê jî 23 kes hatin bidarvekirin.    2 JIN JI HÊLA HEVJÎNÊN XWE VE HATIN QETILKIRIN    Di raporê de hat diyarkirin ku Shaheen Goylî di 1’ê gulanê de ji hêla hevjîna xwe ve hate şewitandin û qetilkirin; Arzu Hassanî jî di 19’ê gulanê de ji hêla hevjînê xwe ve bi kêrê hate qetilkirin.    HERÎ KÊM 6 KOLBER HATIN QETILKIRIN   Di raporê de hat gotin ku herî kêm 6 kolber li ser sînorê Îranê ji hêla zerevanên rejîmê ve hatin qetilkirin û yek jê zarok 7 kolber jî birîndar bûn. Li kolberên birîndar hate xistin.    3 SIVÎLÊN KURD JI HÊLA ÎHA’YÊN TIRK VE HEDEF HATIN GIRTIN    Di raporê de hat destnîşankirin ku herî kêm 5 sivîl ji hêla ÎHA’yên dewleta tirk û hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin. Ji van sivîlan Resul Younesi û Ahmad Heidarî, Oshnavieh dema li ser sînorê başûr û rojhilatê Kurdisatnê giha kom dikirin ji hêla ÎHA’yê dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Hat gotin ku Mohammad Ghaderî di 7’ê gulanê de û Moein Tofighpour jî di 14’ê gulanê de li ser sînorê Rojhilat ji hêla hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin. Hat diyarkirin ku hêzên rejîmê di 26’ê gulanê de wesayîtek hedev girt û sivîlê bi navê Azhvan Kiyani qetil kir.    Her wiha hat gotin ku di encama teqîna mayinên di gulanê de sivîlek mirî ye û 3 jî birîndar bûne.    63 KES HATIN GIRTIN   Bi domdarî di raporê de hat gotin ku di meha gulanê de zarok, aktîvîst, mela, hunermend û girtiyên siyasî yên berê jî di nav de 63 kes hatine girtin. Hat gotin ku rejîmê li 9 kesan herî kêm ji 2 sala heta 21 salan cezayê hefsê biriye. Di nava van kesan de rojnameger û parastvana mafên jinan Zhina Modares Gorjî jî heye ku 21 sal cezayê sirgunê lê hatiye birîn.   2 MAMOSTEYÊN KURD JI PEYWIRÊ HATIN AVÊTIN    Mamosteyên kurd ên Mêrîwanî Somayyeh Akhtar-Shomar û Saman Kousheshî jî di meha gulanê de bi îdiayên xebatên li dijî dewletê ji peywirê hatin dûrxistin.    Torê, di rapora xwe de got ku di navbera mehên çile û gulana 2024’an de herî kêm 68 girtî hatine bidarvekirin.